JP: Serdana dawî ya Amerîka bo Sûriye û Rojava tê çi wateyê?

JP: Serdana dawî ya Amerîka bo Sûriye û Rojava tê çi wateyê?

PeyamaKurd - Li gorî rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê binpêkirinên mafên mirovan a 2021ê, êdî dema wê hatiye rêveberiya Amerîka li hember Tirkiyeya hevpeymana NATOyê polîtîkayeke tund û domdar bimeşîne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, di axaftineke xwe ya sala 2020an a beriya hilbijartinan de li ser rola pêşeng a Amerîkayê gotibû, “Pêwîste em azadî û demokrasiyê biparêzin”.

“Biden misyona li Rojhilata Navîn çawa pênase dike?”

Biden li Afganistanê bi ser neket, lê soza xwe bicih anî. Li aliyekî piştevaniya bi dilsozî ya Biden bo Ukraynayê, pênaseya Serokê berê yê Amerîkayê Franklin D. Roosvelt a ‘Amerîka parêzvanê herî mezin ê demokrasiyê ye’ bibîr tîne.

Amerîka di alîkariyên girîng ên bo Ukraynayê de serî dikişîne û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi derengî be jî li pey wê tên.

Biden herwiha misyona leşkerên Amerîkî ya li Afganistan û Rojhilata Navîn jî wekî ‘Têkbirina El Qaîde û DAIŞê’ pênase dike û dibêje, ew ê piraniya wan vegerîne welat. Ji ber vê sedemê Wezîrê Berevaniyê Llyod Austin ragihand ku hêzên Amerîkî ji mayîna li Iraqê re amade ne.

Hevkariya navbera hêzên taybet ên Amerîkayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) di têkbirina rêxistina DAIŞê de serketî bû û vegeriya operasyona bi bihayê guncaw.

Berevajî vê Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, di Cotmeha 2019an de piştî pêwendiyeke telefonî ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, çiraya kesk ji bo operasyona Tirkiyê ya ser Sûriyê vêxistibû û biryareke kilît û nakok dabû.

Pirsgirêka Amerîka ya Tirkiyeyê

Piştevaniya Amerîka ya li Sûriyê ku dike hêzên Kurdî, li Tirkiyeyê tim dibe sedema nerehetiyê. Ji ber vê jî piştî serdana çend roj berê ya Sererkanê Amerîka General Mark Milley a Sûriyê, Washingtonê daxuyaniyên razîkirina Tirkiyeyê dan. Heta berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku Milley tenê bi leşkerên Amerîkî re hevdîtin kirine.

Alîyê ku destûra operasyona çaremîn a Tirkiyeyê li ser herêmê nade tenê Rûsya ye. Lê niha Rûsya di nav şerekî de ye û zêdetir bi pişt baxçeyê xwe re mijûl e.

Ji sala 2002yan hatina ser deshilatê ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ve Tirkiye ji nirx û prensîbên girîng ên NATOyê, azadiyan, demokrasiyê û mafên takekesî yên welatiyan dûr ketiye û berî xwe daye aliyekî din.

“Civîna sêalî û mijara F-35, F-16an…

Ev di civîna Tîrmeha 2022yan a li Tehranê de, hat piştrastkirin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li hev civiyan û hevkarî kirin. Di me Îlonê de jî Erdogan beşdarî civîna Rêxistina Hevkariya Şangayê bû.

Erdogan diyar kir ku hedefa wan ew e tevlî ‘Rêxistina Hevkariya Şangayê’ bibin ku ew rêxistin NATOyê wekî dijmin dibîne û Tirkiye jî endamê wê ye. Li aliyê din jî Tirkiye bi hinceta radestnekirina muxalîfan ku wan wekî terorîst bi nav dike, ji endamtiya NATO ya Swêdê re dibe asteng.  

Amerîkayê piştî ku ji ber kirîna S-400an dorpêç li ser Tirkiyeyê sepandin, Tirkiye ji bernameya F-35an jî derxist. Lê dîsa Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşniyar li kongreyê kir ku firotina 40 heb F-16an û alavên modernîzekirina 79 balafiran bo Tirkiyeyê wê xizmeta demdirêj bo NATOyê bike. 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê derbasî Tirkiyeyê bû û bi hemkarê xwe Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin kir. Blinken ji ber wêrankariya mezin a erdhejên Tirkiyeyê soza alîkariya 185 milyon dolar alîkariya Amerîkayê da Tirkiyê.

Dema wê hatiye li hember Tirkiyê polîtîkayeke tund û domdar bê meşandin”

Tevî felaketa mezin a erdhejê jî wezîrê Tirk bang li Blinken kir ku lezê bidin firotina F-16an û Blinken jî piştevaniya bihêz a rêveberiya Biden anî ziman.

Blinken piştî vê hevdîtinê, derbasî Atînayê bû û bi Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias re civiya û hevkariya dualî ya berevaniyê peymana MDCAyê peyitand.

Li aliyê din Biden çend hefte berê, behsa soza xwe ya têkoşîna li hember gendelîyê, otorîterî û li ser pêşxistina mafên mirovan dubare kir.

Piştî van geşedanan hemûyan di çarçoveya rapora mafên mirovan a 2021ê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de, êdî dema wê hatiye li hember Tirkiyeyê polîtîkayeke tund û domdar were meşandin.

Gelo wê guhertinek li Tirkiyeyê bibe?

Piştî felaketa erdhejê zemîneke girîng a guherînê çêbûye. Zêdetirî 170 hezar avahî hilweşiyan yan jî xisareke giran li ser wan çêbû. Nêzê 1,9 milyon welatî li stargehên demkî hatin bicihkirin û zêdetirî 50 hezar kes jî mirin.

Financial Timesê li ser hilweşîna Residansa Ronesans a luks li  Antakyayê analîzek weşand û tê de diyar kir ku hilweşîna wê residanscê bûye sembola rizîn û têkçûna sektroa avahîsaziyê li Tirkiyeyê.

Erdogan jî got ku ew dê ji meha Adarê pê ve 200 hezar xaniyan li herêma wêranbûyî ava bikin û Îdareya Çêkirina Xaniyan a Tirkiyeyê (TOKİ) jî di nav sê rojan de ji bo 3,770 xaniyan îhale vekir.

“Ya biryarê bide wê HDP be”

Bi nêzîkbûna hilbijartinan re, mijara hesabdayînî di serê Erdogan de cihekî girîng digire. Ji ber derengmayîna hawarçûnê di 48 saetan krîtîk ên piştî erdhejên 6ê Sibatê de, rexne li Erdogan û dewletê hatin girtin. Erdogan bi awayekî eşkere ji bo careke din were hilbijartin banga salekê kir û soza dermankirina birînên erdhejê da.

Piştî erdhejê Twitter 12 saetan hat blokekirin û xebatên rizgarkirinê asteng bûn.

Keşûhewaya li Tirkiyeyê diguhere û heman wekî protestoyên Parka Geziyê yên 2013an li maçên futbolê qelebalix diruşmên îstifaya hikûmetê diqîrin.

Niha opozîsyona 6 partiyan ji bo namzediya hilbijartinên serokomariyê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu diyar kir.

Lê ya ku li ser demokratîkbûna pêşeroja Tirkiyeyê, man û nemana rêveberiya Îslamî biryarê bide, wê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) be.


The Jerusalem Post 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd