Kurd ji helwesta nû ya Demirtaş û HDPê nerazî ne

Kurd ji helwesta nû ya Demirtaş û HDPê nerazî ne

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi navê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) derketiye qada hilbijartinan, benê Kurdan ê nûnertiya siyasî xistiye destê xwe.

Divê pêşî ev rastî bê zanîn ku HDP-Yeşil Sol Parti ne partiyên ‘kurd’ in, lê bi awayekî din jî nûnerên ‘parlamentarîzma kurd’ in.

Dema ev pênase bê kirin, gelek tişt diguherin. Lewra têkoşîna siyasî ya Kurd, ji diruşma ‘serxwebûnê’ veguheriya têkoşîna dijî deshilatdariya heyî ya di çarçoveya ‘welatê hevpar’ de.

Niha berê parlamenterîzma Kurd a li Tirkiyeyê, bi ser kurdan de li gorî bingeha ‘yek welat’ ketiye aliyê dahatuyeke demokratîk bo Tirkiyeyê û li gorî pêkanîna wê spartekê kurd hatine kanalîzekirin.

Xuyaye ku ev spartek bi rêya HDPê bi demê re, hêdî hêdî, bêdeng û bi awayekî proje bicih anîne.

**

Li hev nekirina Kurdan û Çepên Tirk a di nav HDPê de jî bi awayekî eşkere derketiye pêş çavan.

Bi taybet diyar dibe, twîtên ku Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji girtîgehê belav dike, hem di raya giştî ya Kurd de, hem jî di nav HDPê de bûye sedema acizî û nerazîbûnan.

Çend hefte berê jî Gultan Kişanak dîsa ji girtîgehê li ser gotinên Demirtaş, hem ew hem jî TÎP (Partiya Karkerên Tirk) rexne kiribû û pêwîstiya ‘vegera siyaseta xwerastkirinê’ bibîr xistibû.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî li Parka Yogurtçu ya Stenbolê, di axaftina xwe ya bo alîgirên partiya xwe de, bi sedema ku TÎP bi logoya xwe di nav tifaqa wan de dikeve hilbijartinê rexne li wan girtibû û wekî ku bi xapandina TÎPê ya kurdan têgihîştiye bêyî nav bide wiha gotibû:

“Hinek hene serê we tevlîhev dikin. Vê bizanin ku yên ji derveyî Yeşil Solê deng bidin, wê ev bi kêra AKPê were û bila wisa bê fêmkirin. Di nav tifaqê de, dengên bo partiyên din bên bikaranîn, ji tifaqê re nayên tomarkirin.”

Lê belê twîtên ku Demirtaş parve dike, nîşan dide ku veguhertina nav Çepên Tirk gihîştiya asta dawî. Herî dawî Demirtaş ji bo 23yê Nîsanê parvekirinek kir ku bi taybet di nav Kurdan de rastî bertekan hat.

“Îro 103yemîn sala vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê ye. Bi hêviya ku parlamentoya nû bi heman rûhî û bê cudahî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên welat bixebite, 23yê Nîsanê pîroz be!”

Bi vî awayê ku paşxaneya netewî bi destê PKK/HDPê hatiye tunekirin, bi destxistina destkeftên netewî di siyaseta Kurd de ne pêkan e. Kurdên ku li Tirkiyeyê bengîtiya HDP/Demirtaş dikin, dibin asteng ji parastina destkeftên netewî yên Başûrê Kurdistanê û dewletbûnê re. Dîsa li pêşiya destkeftên Rojavayê Kurdistanê jî astengiyê çêdikin.

**

Selahattîn Demirtaş di nav Kurdan û Çepên Tirk de, serkirdeyekî girîng e. Ji bo Kurdan herwiha fîgurekî siyasî yê gelekî girîng e. Le belê nivîs û twîtên wî yên demên dawî nîşan dide ku; di Kemalîstbûnê de ji Meral Akşener û Devlet Bahçelî kêm nîne. Ev veguherîna wî bi rastî jî rewşeke nexweş radixe pêş çavan.

Dema em siyaseta kevn a Kurdî bikolin, tê dîtin ku girtîgeh wekî qadên akademiyê bûn. Ji bo wan ‘kesên ji zindanê hatine’ dihat gotin. Lewra siyasetmedarên ji zindanê derketibûn, bi sekn û şêwaza xwe di nav civakê de rêz li wan dihate girtin.

Lê xuyaye, êdî girtîgeh veguherîne dibistanên terbiyekirina kesayetên li pêş ên Kurdan.

Gelo parêzerên Demirtaş, tenê ji bo ku jê re bibêjin, ‘twîtan parve bike serokê min!’ diçin cem wî? Mînak, doh derbarê komkujiya Dersîmê de belgeyên nû hatin weşandin. Gelo qet behsa vê jê re kirin?

Modeya siyasî ya Demirtaş a ‘taştêya bi nijadperestên Tirk re û dîplomeya Erdogan’ bi rastî jî Kurdan gelekî aciz dike.

Di 23yê Nîsanê de ango bi vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê re, di serî de Kurd û milet û baweriyên din hatine tesfîyekirin. Ti fêdeya wê ji gelê Tirk re jî nebûye. Demirtaş bi van twîtên ‘xweşkirina bi Tirkan’ her diçe zêdetir ji Kurdan dûr dikeve.

Lê divê neyê jibîrkirin ku, Kurd ne bitenê û bêxwedî ne. Yan ji ber neçarîyê yan jî ji ber qebûlkirinê bi van re dimeşin!