Medya cîhanê cihekî fireh da namzediya Kilicdaroglu

Medya cîhanê cihekî fireh da namzediya Kilicdaroglu

PeyamaKurd - Eşkerekirina namzediya Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyeyê (CHP) Kemal Kilicdaroglu, ne tenê di medya Tirk de, herwiha di medyaya cîhanê de jî cihekî fireh girt. Lewra hilbijartinên ku biryare 14ê Gulana 2023yan bêne kirin, ji bo Tirkiye û herêmê xwedî girîngiyeke mezin e.

Maseya 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê, 6ê Adarê piştî hevdîtin û krîzên mezin namzedê xwe yê hilbijartinên serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu nîşan da ku bi Recep Tayyîp Erdogan re rikeberiyê bike.

Reuters: Kilicdaroglu dikare ji erdhejan sûde wergire

Ajansa Reutersê hilbijartinên ku tê çaverêkirin 14ê Gulanê bêne kirin, wekî ‘dîrokî’ ji bo Tirkiyeyê şîrove kir.

 “Kilicdaroglu wek karmendekî berê yê dewletê, di vê rewşa krîza aborî û bilindbûna enflasyonê de û erdhejên hilweşîner ên zêdetirî 46 hezar kesan can dane de û rexne li dewletê têne kirin de, dikare ji erdhejan sûde wergire. Lê li beramber vê jî serkeftina Kilicdarogluyê aborînasê berê û têkoşerê dijî gendeliyê, ji ber sedema ku gelek serkeftinên berê yên hilbijartinan ên Erdogan hene û karîzmaya wî cihê şikê ye.”

Reutersê herwiha gotiye: “Hilbijêr ne tenê wê kê Tirkiyeyê birêve bibe, hevdem wê li çawa birêve bibe jî binêrin. Wê biryara xwe li ser rewşa aborî û rola di mijarên Ukrayna û sivikirina nakokiyên Rojhilata Navîn de jî bidin.”

NYT: Kilicdaroglu nûnertiya hêzên cuda yên siyasî dike

Di nûçeya New York Times (NYT) de, tê gotin; “Opozîsyonê ji bo Erdogan ji kursiyê wî bixe û di rewşa aborî û siyasî de guhertineke mezin çêbike, beriya hilbijartinan bi du mehan siyasetmedarê muxalîf ê bi qidem wekî namzedê serokomariyê nîşan de.

Serokê partiya herî mezin a opozîsyona Tirkiyeyê Kemal Kilicdaroglu, di dema ku Erdogan 20 salên dawî hêza siyasî li xwe girtiye de, Erdogan bi xirabkirina demokrasiyê rexne dike û nûnertiya hêzên cuda yên siyasî yên soza vegerandina demokrasiyê dikin dike.”

BBC News: Wê li welêt hilbijartineke ser bi serî pêk were

Di nûçeya BBC News hatiye diyarkirin;  “Opozîsyona Tirkiyeyê ya bi piranî parçe bûye, ji bo hilbijartinên meha Gulanê li hev kir ku yek namzedê hevpar li hember Erdogan nîşan bide. Li gorî rapirsînan piştî 20 salên rêveberiya otorîter a Erdogan, wê li welatê ku dijbertî zêde bûye hilbijartineke serî bi serî pêk were. Dibe ku krîza aborî û xetayên piştî erdhejên meha borî, li gorî hilbijartinên berê rewşeke zehmetir derxe pêşiya Erdogan.”

Guardian: Ji bo serkeftina li hember Erdogan derfeteke girîng e

Rojnameya The Guardian, di nûçeya derbarê namzedê Tifaqa Milet de bal kişandiye ser rageşiya dawiya heftê ya navbera maseya 6 partiyan û gotiye;

Hilbijartin ji bo opozîsyonê piştî bandorên siyasî yên erdhejê û kêmasiyên hikûmetê di kêş û hewayeke rexneyan de tê kirin ku ji bo serkeftina li hember AK Partiyê derkefeteke girîng pêşkeşî opozîsyonê dike. Metirsiyek heye ku wê ev hilbijartin ji bo parastina demokrasiyê li Tirkiyeyê û vegera rêveberiyeke demokratîk firsenda dawî be.”

Al-Monitor: Kilicdaroglu wek reqîbê Erdogan hat îlan kirin

Al-Monitorê daye xuyakirin;

6 partiyên opozîsyona Tirkiyeyê piştî nîqaşên 5 rojan bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê Kemal Kilicdarogluyê serokê sereke yê muxalefetê di hilbijartinên çaverêkirî yên 14ê Gulanê de, wek namzedê serokomariyê bibe reqîbê Erdogan.

AFP: Em parçe bibûna em ê tune bibûna

Ajansa AFPê jî di nûçeya xwe ya li ser mijarê de wiha gotiye:

Partiyên opozîsyona Tirkiyeyê piştî nîqaşên tund ên çend mehan, li hev kirin ku li hember Serokomar Recep Tayyip Erdogan, ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê, serokê partiya laîk wekî namzedê hevpar nîşan bidin.

Kilicdaroglu piştî hevdîtin û nîqaşên bi saetan derket pêşberî qelebalixa mezin a alîgirên xwe û got: “Ger em parçe bibûna, em ê tune bibûna’.

Krîza aborî û bandora erdhejê li ser hilbijartinan

Di weşana Politico de, hilbijartinên 14ê Gulanê wekî hilbijartinên herî girîng û hevrikiya mezin a 20 salên dawî şîrove kir û got:

“Kilicdarogluyê ji ber mutewazîbûna xwe bi nasnavê ‘Gandhiyê Tirk’ tê naskirin, ji ber serkeftinên hilbijartinên dawî yên partiya xwe îtibareke mezin dibîne. Lê belê li gorî analîstan cihê pirsê ye ku Kilicdaroglu li hember Erdoganê ku ji sala 2003yan ve deshilatdariya xwe parastiye, ne reqîbekî rasteqîne be.

Dîsa jî ji ber ku ji ber barê enflasyona zêde ya li ser 85 milyon welatiyan û birêvebirina karseta erdhejê, Erdogan rastî rexneyan tê ku heta niha ew qas bê parastin nemabû. Li gorî çavdêran ev hilbijartineke girîng e ku wê Erdogan yan welat zêdetir bi aliyê mihafezekarîya oldarî û kevneşopî re biçe yan jî têkiliyên xirabûyî yên bi welatên Rojavayî re temîr bike.”