'Opozîsyon li hember Erdoganê ku serdema wî ya herî lawaz e bû yek!'

'Opozîsyon li hember Erdoganê ku serdema wî ya herî lawaz e bû yek!'

PeyamaKurd – Weşana France 24 a fermî ya Fransayê, derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan ên Tirkiyeyê de analîzek belav kir.

Di analîza ku li ser malpera France 24ê hatiye weşandin de, tê gotin: “Opozîsyona Tirk beriya hilbijartinan li hember Erdoganê ku serdema wî ya herî lawaz e dibe yek.”

‘Gandiyê Tirkiyê bû reqîbê Erdogan’

Li ser namzedê Tifaqa Milet Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu jî tê gotin, “Gandiyê Tirkiyê bû reqîbê Serokomar Recep Tayyip Erdogan”.

Di dewamê de hatiye diyarkirin ku Kilicdaroglu hêvî dike, Erdoganê bi krîza aborî re û bandora erdhejên 6ê Sibatê re rûbirû maye, ji deshilatê bixe.

Herwiha behsa aloziya nava partiyên opozîsyonê ku Seroka Giştî ya İYİ Partiyê Meral Akşener li ser namzediya Kilicdaroglu ya serokomariyê hindik mabû hevpeymaniya opozîsyonê hilweşîne hatiye kirin û zehmetiyên nava partiyên opozîsyona Tirk hatine bibîrxistin.

‘Namzed nîşandana Kilicdaroglu mentîqî bû’

Di raporta France 24ê de, nêrîna Pisporê Tirkiyê ji Enstîtuya Pêwendiyên Navdewletî Didier Billion hatiye wergirtin ku ew jî dibêje: "CHP partiya herî girîng a hevpeymaniyê ye û ji destpêka hevpeymaniyê jî nûnertiya opozîsyona li hemberî Erdogan dike. Namzed nîşandana, serokê vê partiyê bijardeyeke mentiqî bû.”

Di nûçe-analîzê de tê gotin ku Kilicdaroglu sala 2017an ‘Meşa Edaletê’ li dar xistiye û di hilbijartinên herêmî yên 2019an de jî serkeftinên wekî, şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi dest xistine.

‘Nebûna karîzmeya Kilicdaroglu li hember Erdogan avantajek e

Billion li ser rexneyên nebûna karîzmeya lîdertiyê bi Kilicdaroglu re jî ev şîrove kiriye:

"Ew tiştê ku hinek wekî kêmasiya karîzmeyê dibînin, di encamê de dibe ku di hilbijartinan de bibe avantajek. Kilicdaroglu, ji Erdoganê ku otorîter û şerok xuya dike, gelekî cuda ye. Gel normalbûneke wiha dixwaze.”

‘Hizra hevpar a opozîsyonê bidawîanîna rejîma Seroktiyê ye’

Lêkolînerê Serbixwe Aurélien Denizeau jî dibêje; "Erdogan di serdema xwe ya herî lawaz de ye, lê hê jî xwedî bingeke saxlem a hilbijêran e.”

Denizeau di dewamê de diyar dike, opozîsyonê bernamyeke berfireh û dema dirêj bo xistina Erdogan ji deshilatê amade nekiriye û wiha didomîne:

"Hizra wan a hevpar xistina Erdogan, bidawîanîna rejîma seroktiyê û vegera li demokrasiya parlementerî ye. Ji bo mijarên aborî û civakî jî proseya piştî hilbijartinan destnîşan dikin û soza lihevkirinê didin.”


Werger - Sererastkirin: PeyamaKurd