‘Tê xwestin ku Kurdên bedelên herî mezin li Sûriyê dane têk biçin?’

‘Tê xwestin ku Kurdên bedelên herî mezin li Sûriyê dane têk biçin?’

PeyamaKurd - Hêj şer û pevçûnên 12 salan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bidawî nebûye. Balaferên şer ên rûsî gefa xistina balafirên bêmirov ên amerîkî dixwi. Milîsên Îran piştevaniya wan dike, bi moşekan êrîşî binkeyên Amerîkayê dikin. Rejîma Esed jî îdia dike ku ew dê her bostek axa ketiye bin kontrola rêveberiya xweser a Kurd paşdve vegerîne.

Tirkiye hêzên Kurd ên li Sûriyê wekî beşek ji PKKê qebûl dike û ji Cotmeha 2019an ve piştî kontrolkirina hin herêmên sînorî bi awayekî perîyodîk êrîşan pêk tîne.

Di şerê piralî yê Sûriyê de ku ti aliyek bi ser neketiye de, tê xuyakirin ku hevrikiya Rûsya-Îran û Amerîkayê heye. Di demên dawî de jî tê zanîn ku di navbera balafirên rûsî û amerîkî de bûyer rû didin.

Ger şer rû bide, dê nifûsa Kurd a Sûriyê rastî xeteriyeke mezin bibe

Li gorî hinek pisporan, “Îran, Rûsya û rejîma Sûriyê ji bo derxistina hêzên Amerîkayê hevkariyê dikin.” Lê belê ev rewş nîşan dide ku dê kurdên bedelên mezin li Sûriyê dane, bibin aliyê ku herî zêde winda bike.

Bi awayekî spesîfîk divê ji bo şerê Amerîka-Rûsya û Îranê baldar bin. Lewra di şerekî muhtemel de, dê ‘nifûsa Kurd a Sûriyê’ di bin xeteriyeke mezin de be.

Miletekî bêmal û fişara li ser wî gelî

Kurdan li dijî DAIŞê şer kir û hem rêxistin ji nav erdên xwe paqij kir hem jî herêmên dagirkirî ji destê rêxistinê derxist. Bi piştevaniya Amerîkayê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bicih bûn û bûn şirîkên bihêz ên Washingtonê.

Bajarê Reqayê yê Sûriyê ku bi mezinahiya xwe bajarê heftemîn e, Cotmeha 2017an bi destê Kurdan hate rizgarkirin. Piştre jî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Kurd miletekî wekî çar beşan hatine parçekirin û li dijî rejîman jî berxwedêr in.

Rejîma Esed di salên 2004-2005an de protestoyên Kurdan çewisandin ku ji sala 2011an ve jî hewl dide otorîteya xwe ya piştî protestoyên seranserî têk çûye, ji nû ve bi dest bîne.

Îran ne tenê li dijî hêzên Kurd ên Amerîka piştevaniya wan dike ye, herwiha li welatê xwe jî kêşeyên wê bi Kurdan re hene.

Tirkiyeyê ji ber têkoşîna xwe ya dijî PKKê sond xwariye ku herêmên Kurd ên Sûriyê tune bike. Enqere pir nêzîkî vê bûye. Sala 2016an bi ketina Erdogan a Efrînê re, hewl da ku valahiyekê bi dest bixe û bipêş ve biçe. Piştre jî Kanûna 2018an bi vekişîna hêzên Kurd bi Trump da qebûlkirin.

“Gelo Kurd di dawiyê de tim winda dikin?”

Di şerê bi salan e berdewam dike de, hê jî nêzîkî 900 leşkerên amerîkî ji bo hevkariya HSDê li Sûriyê dimînin.

Lê belê Erdogan geşedanan dişopîne û dibêje, pêwîste Kurd teslîm bibin. Esed jî hîn israr dike ku pêwîste serokê Rojavayê Kurdistanê ew be.

Li aliyekî nakokiyên Îran û Amerîkayê yên li ser bernameya atomî dewam dikin, li aliyê din jî milîsên îranî li Sûriyê bi moşekan êrîşî binkeyên Amerîkayê dikin. Rûsya jî hêvî dike ku di encamê de Amerîka pişta xwe li Sûriyê bide Kurdan û li pey rikeberiya Amerîkayê ye.

Li demeke ku analîstên siyasî û leşkerî bala xwe dane vê rageşiyê, ji Rêveberiya Xweser daxuyaniyeke din hat.

Gotin ku balafireke bêmirov a Tirkiyê otomobîlek kiriye armanc û 4 endamên HSDê hatine kuştin û du kes jî birîndar bûne.

Rêveberiya Xweser bang li Amerîkayê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê helwest û bertekê nîşan bide û hat gotin:

“Divê Washington, di mijara hedefgirtina gelê me û şervanên me de, xwedî helwesteke zelal be.”

Lê di vê mijarê de ne ji artêşa Amerîkayê ne jî ji rêveberiya Biden bertekeke cidî hê jî nehatiye.

Gotinên efserekî Amerîkayê yên di civîneke meha Nîsana 2013an a li Oxfordê hatin bîra min: “Ez pêşbînî nakim ku em bikarin hebûna xwe ya li herêmê bidomînin. Ya rastî Kurd di encamê de tim aliyê ku winda dikin in.”


Eaworldview: Scott Lucas 

Werger | PeyamaKurd