The Hill: Heger tedbîr neyê wergirtin…

The Hill: Heger tedbîr neyê wergirtin…

PeyamaKurd - Ji dema salekê zêdetir a hewldanên dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, gelek sedemên welatên Rojavayî hebûn ku wê ew şer felaketê bi xwe re werîne.

Welatên Rojava di dema îlhakirina erdên Gurcistanê di sala 2008an de û îlhakirina erda Ukrayna di sala 2014an de, gelekî kêm tişt kirin, ji ber ku aboriya Ewropayê êsîrê enerjiya Rûsî bû. Yan jî wê demê wiha difikirin.

‘Şer, sûdên neçaverêkirî dan Amerîkayê’

Ji ber wêrekbûna Ukraynayê di qada şer de, biryardarbûna Ewropayê ku mirov şaş dihêle û alîkariyên madî saleke şer ji Ukraynayê gelekî baş derbas bû ku nedihat hêvîkirin. Herwiha tevî hemû pirsgirêkan jî vî şerî sûdeke mezin a nedihat çaverêkirin da ewlehiya Amerîkayê. Gelek aliyên bihêz û lawaz 3en welatên Rojava jî bi vî şerî re derketin holê.

Ji dersan ya herî girîng jî; derket holê ku Rojavayî dikarin bi kapasîteya xwe ya heyî, rûbirûyî hêza mezin a çekên nukleerî bibin ku dixwaze li herêmê bipêş ve biçe. Ev rastî di dema destpêka şer de qet ne zelal bû.

Helbet, peywira li Ukraynayê hîn bidawî nebûye û ji bo Rojavayîyan serkeftina Kîevê û alîkariya berdewam hê jî xwedî girîngiyeke giyanî ye. Lê belê bi qasî wê jî ya girîng ew e ku gelo Rojavayî wê vê serkeftina dixuyê, bi senaryoyên çawa veguhêzin demên pêş? Ji van senaryoyan bêguman ya herî girîng jî ketina tevgerê ya Çînê ye ku hewil bide Taywanê dagir bike.

Ev ne tenê bi hebûna hêza leşkerî û alavên şer ên berevaniya Taywanê û piştevaniya bilez a Amerîkayê ve girêdayî ye. Herwiha tê wateya ku divê piştevanên Taywanê yên Rojavayî ji encamên şer û pevçûneke li Asyayê re jî amade bibin.

Şerê Ukraynayê…

Amerîka û hevpeymanên wê, divê plana xwe çêbikin ku ne tenê fişara li ser aboriya Çînê bikin, herwiha xwe jî ji fişara aborî ya Pekînê jî biparêzin.

Welatên rojavayî di berhemên teknolojiya bilind û sektora berevaniyê de, xwedî roleke girîng e û pêdiviya wê bi berhem û madeyên ji Çînê têne dabînkirin jî heye ku divê bala xwe bide ser.

Heger Rojavayî tevî hemû senaryoyan li hember hemleyeke Çînê ya dijî Taywanê gav bavêjin û amadekariya xwe ji niha ve bikin, dibe ku Pekîn berê xwe nede tevgereke wiha.

Dema rola Pekînê ya di aboriya gerdunî de li ber çavan bê girtin, di şerekî ku Çîn tevlî bibe de, wê piştevaniya welatên Rojavayî bigihîje asteke xeter.

Razîkirina van welatan tê wateya ku nêrîna ‘bi me re yan dijî me’ bidin aliyekî û li şûna vê ji bo zirar negihîje berjewendiyan li hev bikin.

Heger piştevaniyeke wiha ya welatên Ewropî ji bo Taywanê çêbibe û cesaretê bide, dibe ku encamên aborî yên şerekî muhtemel ê li Asyayê ji bo welatên Rojava biguherîn û Pekîn jî ji hemleyeke wiha vegere.

Di şer de dersa duyem a girîng

Dersa girîng a duyem a şerê Ukraynayê ew bû ku artêşên welatên Rojava jê re ne amade bûn.

Her çiqas biryarên krîtîk ên wekî şandina tankên Leopard 2 ji aliyê Almanyayê hatibin dayîn jî alîkariya herî mezin a leşkerî ji aliyê Amerîkayê ve bo Ukraynayê hate şandin. Lê belê rastî ev e ku sektora berevaniya Amerîkayê ji ber şandina ew qas alavên şer bo Ukraynayê, niha hatiye asta ku ji şerekî li Asyayê re ne amade ye.

Ger endustriya berevaniya leşkerî ya Amerîkayê ji nû ve were zindîkirin jî wê nikaribe alîkariyên têr ji bo şerekî wiha mezin dabîn bike.

‘Şerê beriya şerê mezin

Dema ku van rastiyan hemûyan biden ber çavan, heger Rojavayî li ser van mijaran tedbîran nestînin, piştî deh salan ku li paş xwe binêrin, wê bibîr bînin ku şerê Ukraynayê ‘şerê beriya şerê mezin e’.

Wê encam û birêveçûna şerê nû yê rû bide jî girêdayî wergirtina dersên welatên Rojavayî yên ji şerê Ukraynayê be.


The Hill

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd