'Wê Hikumeta Kurdistanê li hember kiryarên Bexdayê bêdeng nemîne'

PeyamaKurd – Hate diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember "binpêkirina mafan" û "bêhurmetiyên" Bexdayê yên li hember gelê xwe de, wê "bêdeng" nemîne û bersiveke wan bo hikûmeta Sûdanî heye.
Berpirsekî bilind ê Kurd ku ji weşana Arab Weekly re axivî û diyar kir ku serokatiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê (KRG) ji helwesta Serokwezîrê Iraqê Mihmed Şiya Sûdanî, bi taybetî di mijara rêvebirina meaş û petrolê de ku yekser Herêma Kurdistanê eleqedar dike, "bêhêvî" bûye.
Çavkaniya Kurd ku ji ber hestyariya mijarê nexwest navê xwe eşkere bike û got ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji ber "ambargoya darayî" ya li ser herêmê û nekarîna dayîna meaşên karmendan, Sûdanî "berpirsyar" dibîne.
"Sûdanî baweriya PDK û Mesûd Barzanî pûç derxist"
Herwiha got ku Sudanî baweriya Mesûd Barzanî û PDKê, ku di dema avakirina hikûmetê de yek ji piştgirên herî mezin ên wî bûn, "pûç derxistiye".
Çavkaniya Kurd ragihand ku "rêveberiya Herêma Kurdistanê" dê piştgiriya daxwaza Sûdanî ya cara duyem wergirtina erkê di hilbijartinên ku tê plankirin di Cotmeha bê de bên lidarxistin de, neke. Herwiha got ku Sûdanî "derfeteke dîrokî" ya avakirina baweriyê bi Hewlêrê re "berhewa kiriye".
Parlemeneterên Partiya Demokrat a Kurdistanê alîkariya bidestxistina dema yekem a Sûdanî kiribûn. Lê belê, di bin siya aloziyên heyî yên di navbera Sûdanî û komên din ên parlamentoyê de, redkirina piştgiriya ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve xuya dike ku dê hewldana wî ya dema duyem têk bibe.
Di demên dawî de, dema ku alozî di navbera Bexda û Hewlêrê de zêde dibe, ji ber nakokiyên di navbera Hewlêr û Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê de li ser dayîna mûçeyan, di rojên dawî de "gengeşiyeke devkî" çêbû.
Hikûmeta Kurdistanê ji redkirina Bexdayê ya dayîna hemû meaşên karmendên Kurd ên Kanûna 2024an nerazî ye. Dema ku Wezareta Darayî ya Federal îdîa dike ku hemû fonên ji bo meaşan hatine terxankirin şandine, rayedarên darayî yên Kurdistanê dibêjin ku meblexê ku wan wergirtiye nêzî 800 milyar dînar kêm e û ji ber vê yekê jî di meha dawî ya 2024an de dayîna meaşan a karmendan hatiye astengkirin.
"Sûdanî bi zanebûn mûçeyan dereng dixe"
Şirovekar dibêjin ku nakokî êdî ne bi hûrgiliyên muzakereyan ve sînordar e, serokatiya Kurdî bi temamî baweriya xwe bi serokê hikûmeta federal ve winda kiriye ku ew wî bi "niyeta xerab" a li hember herêmê rexne dikin.
Rayedarên Kurdistanê Sûdanî wek kesekî dibînin ku "bi zanebûn" veguhestina fonên budçeyê yên pêwîst ên herêmê dereng dixe û "bahaneyan" derdixe.
Roja pêncşema borî, Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Pêşewa Hewramî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku eger hikûmeta federal ne tenê meaşên Herêma Kurdistanê, lê belê hemû bûdçeya wê veguhêze, dahatên hikûmeta herêmî dê ji Bexdayê re bên veguhestin û got ku herêm amade ye petrolê xwe bi rêya Saziya Dewletî ya Bazirganiya Petrolê (SOMO) li Bexdayê bifiroşe.
Rexneyên Kurdan li Sûdanî ne tenê bi astengkirina dayîna meaşan ve sînordar in. Heta bi rêvebirina pirsgirêka petrolê ve berdewam e. Çavkaniya Kurd, Sûdanî tawanbar kir ku bi aliyên "dijmin" ên Kurdistanê re "hevkariyê" dike da ku aboriya wê "bifetisîne" û hikûmeta Kurdî "neçar" bike ku di bin zextan de bimîne û vê bi rêya "astengkirina" îxrackirina petrolê dike.
"Nêçîrvan Barzanî, li Bexdayê hevdîtin pêk anîn"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 12'ê Çileya Paşîn de serdana Bexdayê kir û bi Sudanî û rêberên hevpeymaniya desthilatdar re, di nav de Çarçoveya Hevahengiyê jî, bi armanca çareserkirina nakokiyên bi herêmê re hevdîtin pêk anîn.
Barzanî di serdana xwe ya du rojan de, bang kir ji bo "guherandina qanûna budçeyê ji bo dabînkirina dadmendiyê di misogerkirina mafên darayî yên herêmê û veguhastina maaşan de".
Lê belê hewldanên bêdeng ên Hewlêrê bi ser neketin. Li gorî çavkaniya Kurd ev rewş nîşan dide ku Sudanî dixwaze herêmê "neçar" bike ku ji mafên xwe yên destûrî "dest berde" û "mercên ne dadmend" "qebûl bike".
"Sûdanî, erkên xwe xerab bi kar tîne"
Çavkaniyê got, "Wezareta Darayî ya Federal, li gorî rasterast fermanên Sûdanî di karûbarên têkildarî herêmê de 'hemû erkên xwe yên destûrî xerab bi kar anî' û li ser mafên gelê Kurdistanê 'bi eşkere êrîş kir'".
Çavkanî diyar dike ku berdewamiya "siyaseta demborînê û komployê" ya Sudanî dikare bibe sedema "encamên felaketê" di têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, heta dikare bigihîje xala "qutbûna têkiliyan" û veqetîna mayînde.
"Rêveberiya Kurd li hember binpêkirina mafan bêdeng namîne"
Tekez kir ku rêveberiya Kurd dê li hember "binpêkirina mafan" û "bêhurmetiyên" li hember gelê herêmê "bêdeng nemîne" û dê "hemû rêyên meşrû" bi kar bîne ji bo parastina berjewendiyên KRG'ê.
Çavkaniyê bi gotina "gog êdî di qada Sudanî de ye" axaftina xwe bi dawî kir. Bang li serokwezîrê Iraqê kir ku ji bo "tamîrkirina zirarê" di têkiliyan de "gavên cidî û lezgîn bavêje" û bi "bicîanîna berpirsyariyên xwe" û "rawestandina siyaseta şantaj, zext û komployê" "niyeta xwe ya baş îspat bike".
Çavkaniya navborî got ku di rewşeke berevajî de jî "berdêleke giran" dê were dayîn û ev berdêl ne tenê li Sûdanî, lê li "hemû Iraqê" dê were barkirin.
Ev nivîs 160 car hatiye xwendin.




