YPG, Amerîka û Rûsya: Ji bo Tirkiyeyê mijara herî girîng a danûstandinê!

YPG, Amerîka û Rûsya: Ji bo Tirkiyeyê mijara herî girîng a danûstandinê!

PeyamaKurd - Rêveberiya Erdogan ji bo normalîzekirina pêwendiyên bi Sûriyê re, bi Erebistana Siûdî û welatên Ereb re danûstandinan dike.

Jêderên dîplomatîk ên Enqereyê di çarçoveya proseya normalbûnê de, bal kişandin ser 5 mijarên sereke yên di civîna meha Gulanê ya wezîrên derve yên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê de, bê kirin.

Li gorî çavkaniyên Enqereyê, di pêvajoya danûstandinên asayîbûna bi Sûriyê re de, Tirkiye di serî de bi Siûdî û welatên din ên Erebî re bi awayekî kordîne dixebite.

Rojnameya Hurriyet a nêzî hikûmeta Tirkiyeyê bi zarê çavkaniyên Enqereyê 5 xalên girîng ên diyaloga navbera Tirkiye û Sûriyê de eşkere kir:

  • Pêşvebirina proseya siyasî ya li Sûriyeyê
  • Di qonaxa bê de pêkanîna nûnertiya opozîsyonê di proseya normalbûnê de
  • Têkoşîna dijî terorê
  • Vegerandina penaberan
  • Alîkariylên mirovî

Çavkaniyan dane zanîn ku komîsyona çêkirina destûra nû ya Sûriyeyê bi mehan e ne civiyaye û ji civînên berê jî ti encam derneketiye ku tê xwestin bi formateke nû ew civîn werin zindîkirin. Herwiha dibêjin, ji bo rejîm û opozîsyon di çarçoveya platforma Astanayê de werin ba hev û pêvajaya lihevkirinê bi awayekî tendurist were kirin, jê re dem divê.

Ji bo Tirkiyê mijara sereke YPG ye

Heman çavkaniyên Enqereyê diyar kirine ku Tirkiye dixwaze bi hevkariya ligel Esed, herêmên hevsînorê xwe ji YPG ya ku beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye paqij bike û ev jî li ser maseya diyalogê mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye.

Helwesta Tirkiyê jî ya di vê mijarê de wiha ye: “Yekparçebûna xaka Sûriyê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e. YPG jî di nav de divê hemû pêkhatên terorî ji bakurê Sûriyê werin tesfiyekirin.”

Vegerandina penaberan

Çavkaniyên Enqereyê dane xuyakirin ku bi pêşveçûna proseyê re, wê vegerandina penaberên Sûriyê jî bê temamkirin û rêveberiya Şamê jî ji niha dest bi avêtina hin gavan kiriye. Wekî mînak, heta niha derbarê girtiyan de, zêdetirî 20 efû derxistine.

Herwiha garantorên civînên Astanayê Tirkiye, Rûsya û Îran jî dê di vê mijarê de dîsa garantor bin û vê carê dibe efûyeke nû ya berfirehtir bê derxistin.

Alîkariyên mirovî

Çavkaniyan dane zanîn ku wê Sûriye amade ye ji bo gihandina bênavber a alîkariyên mirovî deriyên sînor veke ku ev jî piştî erdhejên 6ê Sibatê yên wêranker ji bo herêmên bakurê rojavayê Sûriyê pêdiviyek e. Çavkaniyan diyar kirine ku di çarçoveya nexşerêya normalbûna bi Şamê re de, piştgiriya gavên bo gihandina alîkariyan tê kirin.

Di asayîbûnê de kordînasyona Tirkiye û welatên Ereb

Tirkiye ji bo pêşvebirina proseya asayîbûnê bi welatên Ereb re hewl dide kordînasyonê bike û bi welatên Erebistina Siûdî û Qeterê re danûstandinan dike. Li aliyê din heman çavkaniyan serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û hevdîtina wî ya ligel hempîşeyê wî ya hefteya borî bibîr xistin û bal kişandin ser ku ev ji sala 2011an destpêka krîza Sûriyê ve yekem serdana fermî bo Erebistana Siûdî ye.

Rejîma Esed: Divê Tirkiye ji Sûriyê vekişe

Çavkaniyan daye zanîn ku Şam ji Tirkiyeyê dixwaze hêzên xwe ji herêmên operasyonê yên bakurê Sûriyê vekişîne û dixwaze Tirkiye sozên derbarê yekbûna xaka Sûriyê de bicih bîne.

Çavkaniyan bibîr xistiye ku Enqere di navbera Rûsya, Sûriye û Îranê de hemleyeke danûstandinê dimeşîne û herwiha temasa xwe ya bi welatên Ereb re jî didomîne ku di navbera Tirkiye û welatên Ereb ên normalbûnê dixwazin de, kordînasyonek heye.

Amerîka li pêşiya normalbûnê asteng e

Yek ji astenga li pêşiya normalbûna Enqere-Şamê planên Amerîka yên li herêmê û bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ne. Washington tevî hemû bertekên Tirkiyeya hevpeymana NATOyê jî bi PYDê re hevkariya xwe bênavber dewam dike.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama proseya normalbûnê de, wê herdu welat jî destkeftên girîng bi dest bixin. Herwiha ji bo Tirkiyeyê vegerandina penaberan mijareke derdikeve pêş e û Enqere dema vê pêngavê davêje jî ji bo bi awayekî ewle koçberên Sûriyê vegerin, bi dilgiranî tevdigere.

Li ser planên Amerîkayê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) jî tê gotin ku normalbûna Tirkiye û Sûriyeyê, sedemeke bihêz a têkdana van planan e.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, civîna çaralî ya wê di despêka meha Gulanê de li Moskowê bê lidarxistin.

Herwiha tê çaverêkirin ku beriya hilbijartinên 14ê Gulanê, hevdîtina çaralî ya Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê, wê ji bo Erdogan rê li ber hevdîtina asta serokan veke.


Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd