Diyarbekir | Projeya danasîna ‘Parastina Destxetên Suryanî û Keldanî’ hat pêşandan
PeyamaKurd – Di çarçoveya projeya “Parastina Destnivîsên Suryanî û Keldanî yên Mîrateya Çandî ya Belgeyî ya Diyarbekirê” de, li Dêra Suryanî ya Kevin Meryemê, çalakiya danasîna katalogê hat lidarxistin.
Li gorî Amîda News radigihîne; çalakiya danasînê ya projeya “Parastina Destxetên Suryanî û Keldanî” ku bi armanca mîrata çandî ya dewlemend a Diyarbekirê ji bo nifşên pêşerojê veguhêze, li Dêra Suryanî ya Kevnar a Meryemê hatiye lidarxistin.
Proje bi xebata hevpar a Dêra Kevin a Suryanî ya Meryemê, Dêra Keldanî ya Mor Petyun û Komeleya Parastina Mîrateya Çandî û Xwezayî ya Diyarbekirê, doh, yekşemê (08.12.2024) pêk hatiye.
Di bernameyê de katalog û belgefîlmê ku ji bo danasînê hatibûn amadekirin hatine pêşandan.
Armanca projeyê ew e ku berhemên nivîskî yên di dîrokê de ji aliyê civaka suryanî û keldanî ve hatine afirandin bên parastin û van berheman pêşkêşî lêkolîneran bike.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Dogan Hatun, Hevseroka berê ya şaredariya Diyarbekirê Gultan Kişanak, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes beşdarî bernameyê bûne.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.