Pirtûka ‘Mesrûr Barzanî, Şoreşa Çandiniyê û Çaksaziyê û Vejandina Aborî’ derket

Pirtûka ‘Mesrûr Barzanî, Şoreşa Çandiniyê û Çaksaziyê û Vejandina Aborî’ derket

PeyamaKurd - Pirtûka Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ya bi navê “Hêza Dînemoya Şoreşa Çandiniyê û Çaksaziyê û Vejandina Aborî” hate çapkirin.

Di pirtûka ku 478 rûpel e de,behsa bizav û pêngavên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di warên pêşxistina kertên çandiniyê, çaksaziyê û vejandina aborî de tê kirin.

Di pirtûkê de fikir, nerîn û pêngavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingehên aborî û çandiniyê yên girîng ên Herêma Kurdistanê hatine berçav kirin.

Di sernivîsa pirtûkê de hatiye gotin, “Ji bilî ku Mesrûr Barzanî xwediyê kesatiyeke bihêz û diyar a meydana siyasî ya Kurdistanê ye, di eynî demê de jî di dema pênc salên karî yên Kabîneya Nehê de pêngavên mezin û giring di rûbirûbûna gendelî û nedadperweriyê de avêtine, pêxemetî pêşxistina Kurdistanê di tevaya bingehan de.”

Di pirtûkê de, bi hûrî behsa wê yekê hatiye kirin ku tevî hemî asteng û qeyranên di rêya Kabîneya Nehem de hatine danin, serpişka siyaseta Mesrûr Barzanî çaksaziya kiryarkî di tevaya waran de bû, ew jî rêyeke dijwar bû lê xweragirî û baweriya wî bi xwe û xelkê Kurdistanê karî bernameyên xwe di pêşxistin û dabînkirina zêdetir derfetên karî û pêşxistina kertê çandinê  de aborê Herêma Kurdistanê pêş bixe û warên wê yên cuda cuda berfirehtir û baştir bike.”

Ev pirtûk çavkaniyeke bo lêkoler û xwendekaran, ji ber ku bi hûrî û rastî behsa kar û pêngavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.