3 Özbek ên ku li Dubaiyê hahamê Îsraîlî kuştin li Îstenbolê hatin girtin

3 Özbek ên ku li Dubaiyê hahamê Îsraîlî kuştin li Îstenbolê hatin girtin

PeyamaKurd – 3 kesên ji Özbekistanê ku 2 roj berê li Dubaiyê hemwelatiyê Îsraîlê haham ê bi navê Kogan kuştibûn, bi operasyona MİTê û emniyetê li Îstenbolê hatin girtin.

Haham Kogan, ji sala 2020an heya niha li Dubaiyê xwediyê marketê bû û hatibû tesbîtkirin ku 3 Özbek ên haham kuştine, revayane Tirkiyê. Di mijarê de dewleta Îmaratê ji Tirkiyê alîkariyê dixwaze û li ser daxwaza wan MİT xebatê dike da kujeran bigre.

Operasyon ji tesbîta ku her 3 kujer di kîjan balafirê de ne destpêdike. Dema digihên balafirxana Îstenbolê dikevin bin taqîbê. Dema ji balafirgehê dertên û li teksiyekî siwar dibin, tên şopandin.

Di kontrola bi zanîn tê kirin de, teksiya wan radiwestînin û kontrola nasnama wan dikin. Ji ber navên wan di qeydiyên lêgera dewleta Îmaratan de heye, her 3 gumanbar tên girtin. Her sê an ku Alimbay Tahiroviç (28), Mahmudcan Abdurrahim (28) û Azizbek Kamiloviç (33), îadeyê dewleta Îmratan dikin.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.