Amerîkayê Balyozxaneya Kîevê girt û hişyarîya êrîşa Rûsî da
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Kiyêvê îro 20ê Mijdarê ragihand ku ji ber metirsiyên ewlekariyê balyozxane bo demeke nediyar hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku zanyarên hûr li ser îhtimala êrîşeke asmanî ya mezin gihîştine wan, ji bo xweparastinê deriyê balyozxaneyê hatiye daxistin û daxwaza ji karmendan jî hate kirin li cihên xwe bimînin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Kîevê ji karmendên xwe re agahdarî daye ku dema zengilê êrîşeke asmanî lêbide xwe stargehan biparêzin.
Hêjayî gotinê ye, ev biryara balyozxaneya Amerîkayê piştî moşekên dûravêj ên Amerîkî ji aliyê Ukraynayê ve bi ser Rûsyayê de hatin bikaranîn û Rûsyayê jî hişyareke tund a êrîşan da hate dayîn. Herwiha Rûsyayê doktrîna xwe ya çekên nukleerî jî guherand û gefa êrîşên bersivdanê xwar.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.