Amerîkayê duyem sîstema THAAD a berevaniya asmanî ji Îsraîlê re şand

PeyamaKurd – Medya Erebistana Suûdî ragihand ku Amerîkayê di bin siya aloziya li ser bernameya nukleerî ya Îranê de, duyemîn bateriya berevaniya moşekî ya THAADê ji Îsraîlê re şand. Kanala Suûdî Al-Hadath ragihand ku ev baterî duh hatiye radest kirin.
Li gorî agahiyên ji malperên şopandina firrînê, firroka barê ya herî mezin a Hêzên Hewayî yên Amerîkayê, C-5M Super Galaxy, li Bingeha Hewayî ya Nevatim a li başûrê Îsraîlê danî û piştî ku nêzî 8 saetan li wir ma, cardin fir bû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump heftiya borî gef li Îranê xwaribû û gotibû ku eger Tehranê li ser bernameya nukleerî ligel Washingtonê rêkeftinek çêneke, wê rûbirûyî "bombardumaneke bêhempa" û bacên dubare bibe.
Bateriya yekem a THAAD sala borî ji Îsraîlê re hatibû şandin û tê îdiakirin ku nêzî 100 leşkerên Amerîkayê ji bo piştgiriya operasyonî ya sîstemê hatine wezîfedarkirin.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




