Ankara û Umman 10 heb peymanan îmza kirin

Ankara û Umman 10 heb peymanan îmza kirin

PeyamaKurd – Umman welatê Kendavê ye û di hebûna petrola xwe de dewlemende. Sultanê Ummanê Heysem bin Tariq seredanekî fermî kir Tirkiyê û serokê Tirkiyê Rcep Tyaip Erdoğan bi fermî li Kulliya Ankara pêşwaziya wî kir û bi Ummanê de 10 peyman îmza kir. Balyozê Tirkiyê yê Muskatê Muhammet Hekimoğlu li ser ziyareta Heysem bin Tariq got got:

“Di dîroka Tirkiyê de cara yekeme ku di asta serokê dewletê de ziyaretekî dibe û vateya wê dîrokiye.”

Erdoğan û Heysem bin Tariq li Kulliyê hevdîtin kirin û piştî hevdîtinê Erdoğan Mushafa Îstenbolê jê re diyarî kir. Xettat Hüseyin Kutlu ji her dû lîderan re di derbarê ‘Mushafa Îstenbolê’ de agahiyan da.

Erdoğan ji bo çapemeniyê ragihand ku dixwaze hecma bazirganiya navbera Tirkiyê û Ummanê derxin 5 milyar dolarî. Ji sala 2025an û pê de ji Ummanê wê amadekariya xaza ku kirine avî destpêbike û di seha enerjiyê de, di hevkariya her dû welatan de wê bikeve çaxekî nûh. Sultanê Ummanê Bin Tariq jî got:

“Armanca me ya hevpar ew ku di herêmê de ewlehî û îstîqrar bicîh bibe. Divê dest bidin hev û di herêmê de hevkariyê xwurt bikin. Em li herêmê û di mijarên navdewletî de destekê didin Tirkiyê.

Baweriya me bi aboriya Tirkiyê heye û em dikarin aboriya her dû welatan bikin yek û xwurttir bibin. Bi fona veberhênanê, em dikarin di seha enerjiyê, parastin, nûhkirin û di endustriya xidayê de hevkariyê bikin.”

Li Kulliyê deh peyman hatin îmzakirin:

-Peymana di navbera OYAKê û Otorîta Ummanê ya Veberhênanê,

- Ofîsa serokkomariya Tirkiyê ya veberhênanê û sultaniyeta Ummanê ya wezareta bazirganî, sanayî û teşwîqê,

-Peymana çandiniyê, ajalvanî, masîvanî û ya di seha avê de,

-Peymana li ser sanayî, teknolojiyê û kargehên biçûk yên her dû dewletan,

- Peyamana di seha tenduristiyê û zanista tibbê de,

- Peymana di navbera her dû bankayên navendî de,

- Peymana di seha îstîhdamê û xebatê de,

-Peymana çandê ya navbera her dû wezaretên dewletan de,

-Peymana di navbera akademiya dîplomasiyê û xebatên dîplomatîk û perwerdeyî,

-Peymana di navbera wezaretên karên derve de ya di derbarê şêwrên siyasî de.

Umman, di nav 5 dewletên dinyayê de ye ku di sala borî de petrola xam ya herî zêde derxistiye.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.