Îngîltere û Herêma Kurdistanê peymana koça nerewa îmza kirin

Îngîltere û Herêma Kurdistanê peymana koça nerewa îmza kirin

PeyamaKurd – Wezareta karên navxwe ya Îngîltere ragihand ku Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser têkoşîna li hemberê koça nerewa û rêxistinên sûcî peyman îmza kirine.

Wezîra karên navxwe ya Îngîltere Yvette Cooper di daxwuyaniya xwe ya îro de got ku cûreyekî wekî vê peymanê, di asta seranserê dinyayê de yekeme.

Yvette Cooper got ku armanca peymanê ewe ku seha tevgera şebekeyên sûcan dikin teng bikin û bi koçberiya nereware têkoşînê bikin.

Di vê çarçovê de, hukumeta Îngîltere ji bo ber li koçberiyê bigre, wê 200 hezar Pound (253 hezar dolar) destekê bide Herêma Kurdistanê. Ji bo hêzên ewlehiya sînor destek bike, wê 300 hezar Pound û ji bo şiyanên têkoşîna bi koçberiyê re pêş bixe, wê 300 hezar Pound destekê bide.

Yvette Cooper, li bajarê Erbîlê bi wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê bi Reber Ahmed re civîna çapemeniyê li dar xist û balê kişand ser têkiliyên navbera Kurdistanê û Îngîltere yên dîrokî û stratejik. Cooper got:

“Çend grûbên karên qaçax dikin, rêyên talûkê yên deryayê bikartînin û qezenc dikin. Seha xebata wan bakûrê Fransayê, Almanya, seranserê Ewrûpayê, Herêma Kurdistanê û hetta diçe derveyê Iraqê. Ji ber van egeran divê hêzên ewlehiyê di temamê sînoran de bi awayekî aktîv bixebitin.”

Wezîrê karên navxwe yê herêma Kurdistanê Rêber Ahmed jî ragihand ku hevdîtina wan baş derbas bûye û di mijara têkoşîna bi karê qaçaxçiyan re de her du teref di mijarên hevpar de hemfikrin.

Cooper, berya bi Rêber Ahmed re hevdîtin bike bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi serokwezîr Mesrûr Barzanî û cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî re hevdîtinan kiribû.

Wezîra Brîtanî berya here Kurdistanê, li Iraqê bi serokwezîrê Iraqê bi Muhammed Şiya Es-Sudani, bi wezîrê karên navxwe yê Iraqê bi Abdulemir Şammari re, bi wezîrê karên derve yê Iraqê bi Fuad Huseyîn re û bi serokê erka darazê yê Iraqê bi Faîq Zeydan re hevdîtinan kiribû.

Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer, ji Londrayê daxwuyanî da û qedrê peymanê bilind nirxand.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.