Mesrûr Barzanî û Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê rûbirûbûna koçberên derqanûnî gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (28.11.2024) li Hewlêrê bi Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooperê re civiya û wan derbarê hewlên rûbirûbûna koçberên derqanûnî de gotûbêj kir.
Serokwezîr Barzanî piştî hevdîtinê di daxuyaniyekê de got: “Me li ser pêşxistina peywendiyên dualî û hewlên ji bo çareserkirina koçberên derqanûnî gotûbêj kir. Me li ser girîngiya xurtkirina hevkariya xwe ji bo têkoşîna li dijî koçberiya derqanûnî, sûcên organîze û bazirganiya narkotîkê li hev kir.”
Cooperê pîrozbahî li Serokwezîr Barzanî kir ji ber bidawîhatina hilbijartinên parlemanê yên û pêvajo bi “destkeftineke demokratîk a girîng” wesif kir.
Di hevdîtinê de, Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê ya hevkareke stratejîk di rûbirûbûna kêşeyên terorîstî û ewlekarî de kir û tekezî li ser pêgiriya Londonê ji bo bihêztirkirina peywendiyan a li gel Hewlêrê kir.
Mesrûr Barzanî herwiha got: “Min spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariyên berdewam ên Brîtanyayê pêşkeşî wê kir û tekezî li ser pêgiriya hikûmeta me ya ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî do hemû waran de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kir.”
Wan herwiha behsa reformên berdewam yên di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî kirin, di nav wan de dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û pêşketinên di sîstema bankî de bi taybetî projeya Hesabê Min.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.