Li 13 deverên Şirnexê qedexeya 15 rojan hate ragihandin
PeyamaKurd - Li hin herêmên bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê ji bo 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê ragihand, li hin dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.
Hate diyarkirin, li wan deveran ji îro heta 12ê Kanûnê herêma taybet a ewlehiyê hatiye ragihandin û çûnûhatina wan deveran qedexe ye.
Parêzgariyê daye zanîn ku qedexe ji bo parastina ewlehiya neteweyî, aramiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her bûyere neyînî, parastina maf û azadiya kesên din hatiye danîn.
Deverên hatine qedexekirin wiha ne:
“Çiyayê Cûdî, Devera Bestayê, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Tehtê Reş, Hoza Mêrî û Devera Tenînê.”
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.