Xoşnaw û Îmamoglu li Koşka Spî ya Stenbolê civiyan

Xoşnaw û Îmamoglu li Koşka Spî ya Stenbolê civiyan

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Omedê Xoşnaw ku ji bo beşdariya Pêşengeha MUSÎAD EXPO li Stenbolê ye, îro 28ê Mijdarê, bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu re civiya.

Hevdîtina yekem a navbera Xoşnaw û Îmamoglu li Koşka Spî ya Şaredariya Stenbolê hate kirin.

Xoşnaw li ser hevdîtina ligel Îmamoglu got, “Ev hevdîtin ji bo şandeya me hevdîtineke dîrokî ye.”

Îmamoglu jî got ku wan Parêzgar Xoşnaw bo serdana Stenbolê vexwendiye û diyar kir, “Me xwest di navbera bajaran de pireya aştî û dostaniyê ava bikin.”

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.