WHO: Li Lubnanê 241 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan

WHO: Li Lubnanê 241 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku ji Cotmeha sala 2023an heya niha li Lubnanê 241 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û li dora 300 kesan jî birîndar bûne. WHO agirbesa navbera Lubnanê û Îsraîlê jî bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Rêvebirê giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus, nûnerê Lubnanê Abdinasir Abubakar, cîgirê rêvebirê mudaxeleya bûyeran Nabil Tabbal û rêvebirê rewşa lezgîn yê kureyî Mike Ryan, di civîna heftane ya çapemeniyê de raveyan kirin. Ghebreyesus got:

“Her çendîn niha şer sekiniye jî pêdiviya tenduristiyê mezine û wê mezintir bibe. Bi hatina zivistanê re van pêdiviyan bêhtir girîngtir bûn.”

Tabbal jî di daxwuyaniya xwe de got ku ji 8ê Cotmeha 2023an heya niha 160 êrîş çûne ser sîstema tenduristiyê ya Lubnanê, 241 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin û li dora 300 kes jî birîndar bûn.”

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.