Ji Hizbullahê piştî agirbestê îdiayeke balkêş: Îsraîl hate têkbirin!
PeyamaKurd – Hizbullaha Lubnanê piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de, cara ewil daxuyanî da û ragihand, endamên wan amade ne ku li hember her êrîşeke Îsraîlê rawestin.
Hizbullahê li ser agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de diyar kir, ew ê vekişîna hêzên Îsraîlê ji başûrê welêt ji nêzîk ve bişopînin û amade ne li hember her êrîşeke Îsraîlê rawestin.
Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku hêzên Hîzbullahê li hemberî Îsraîlê bi ser ketine û bi lêdana hedefan artêşa Îsraîlê têk birine.
Li aliyê din hin rayedarên Îsraîlî li dijî agirbestê derdikevin û dibêjin hikumeta Îsraîlê di bin zextê de peyman qebul kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve bi destpêkirina şerê Xezeyê yê Îsraîlê re, Hizbullah û artêşa Îsraîlê jî di nav şer pevçûnan de bûn ku çend mehên dawî Îsraîlê li nav Lubnanê di serî de Hesen Nesrellah û çend serkirdeyên din di êrîşan de kuştine.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.