Balyozê Îsraîlê: Bi tenê Amerîka dikare tesîsên nukleerî yên îranê têk bibe

PeyamaKurd – Balyozê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yahyael Leiter, di daxuyaniyekê de ragihand ku bi tenê Dewletên Yekbûyî dikare tesîsa nukleerî ya Fordo ya Îranê têk bibe, ji ber ku ev sazî pir pêşkeftî ye û ûranyûma paqij dewlemend dike.
Wî diyar kir ku tesîs 80-90 metre di bin erdê de ye, ku ev yek têkbirina wê zehmet dike, lê destnîşan kir ku "heger Dewletên Yekbûyî bixwaze jî heger nexwaze jî, divê vê yekê bike."
Leiter her weha got ku riyên din jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hene. Wî anî ziman ku di rojên pêş de, bi taybetî jî şevên Pêncşem û Înê, êrîşên tundtir dê li dijî Îranê dest pê dbkin.
Wî tekez kir ku operasyona ku li dijî Îranê dê were kirin, ku li gorî wî, teqandina cîhazên sinyalê ên Hizbulahê li hember vê operasyonê tiştekî "pir sivik û biçûk" be.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.





