Banga Papa ji bo "Ukrayna û Xezzeyê"

Banga Papa ji bo "Ukrayna û Xezzeyê"

PeyamaKurd - Papa Francis lîderê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê piştî nexweşiya xwe cara ewil çû Meydana Aziz Petrus axivî.

Di beşa dawî ya merasima ku îro li Vatîkanê ji bo nexweşan û pisporên tenduristiyê hat lidarxistin, di çarçoveya sala kevneşopî ya "Jubilee" de ku cîhana Katolîk her 25 salan carekê pîroz dike, surprîzek hebû.

Papa Francis ku roja 23ê Adarê piştî dermankirina 38 rojan li nexweşxaneya Gemelli ya Romayê ji ber nexweşiya bronşîta giran ku di meha Sibatê de pê ketibû û niha di heyama başbûnê de ye derketibû derve, îro (06.04.2025) piştî nexweşiya xwe yekem car li Meydana Aziz Petrus axivî.

Papayê 88 salî ku bi kursiya bi teker anîn meydanê li vir silav da xelkê û wiha got: "Cejna we ya roja yekşemê xweş be, gelek spas."

Hat dîtin ku Papa di axaftinê de zehmetiyê dikişîne û ji bo piştgiriya oksîjenê di pozê wî de kateterek pozê heye.

Bi awayê, ji ber ku roja Yekşemê ye, Vatîkan jî piştî nimêja kevneşopî ya yekşemê peyama Papa Francis bi nivîskî parve kir.

Papa di peyama xwe de got, "Ji bo aştiyê li Ûkraynayê ku êrîşên ku di nav de gelek sivîlan canê xwe ji dest dan, divê em berdewam bikin. Heman tişt li Xezzeyê jî diqewime. Mirov neçar in ku di şert û mercên ku nayên xeyalkirin de bê stargeh, xwarin, ava paqij bijîn. Bila çek bêdeng bin, bila diyalog dest pê bike. Divê hemû kesên rehîn bên berdan."

Herwiha Papa di peyama xwe ya ji bo merasîma li Vatîkanê de tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê şermezar kir.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.