Çîn: “Eger bijarte şer be, em ê şer bikin”

PeyamaKurd – Trump bo malên Çînê heya %125 baca gumrikê danî û li ser mijarê Çînê bersiva DYAyê da. Berdevka wezareta bazirganiya Çînê got:
“Bo çareseriyê em rêyekî normal bibînin. Eger hun şer dixwazin, em ê heya dawiyê şer bikin. Bila DYA, bi Çîne re rêyekî orte bibîne, li ser rêzgirtinê, bi awayekî aştiyane, pêkvejiyanê, li ser bingeha wekheviyê, di rêya diyalogê de û bi şêwrê çarseriyê bike.
Eger çare nebe em heya dawiyê şer dikin. Tewrê Çînê zelale û lihev hatiye. Rêya diyalogê vekiriye. Divê li ser tevger li ser rêzgirtinê be…Bi tehdîd, şantaj û zorê têkilî nayê danîn.”
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




