Daxuyaniya Balyozê Rûsyayê li Iraqê li ser radestkirina Esed

PeyamaKurd - Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Îlyberûs Kudraşov diyar kir ku Beşar Esed ku piştî bûyerên li wî welatî xwe spartibû Rûsyayê, serî li rayedarên Sûriyeyê nedaye.
Îlyberus Kudraşov di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê 6ê Nîsana 2025an de, derbarê rewşa Esed ku penaberî Rûsyayê bûye, agahî dan.
Ilyberus Kudraşov destnîşan kir ku yek ji şertên ku Esed qebûl kir di dema penaberiya Rûsyayê de ew bû ku beşdarî ti çalakiyên siyasî û medyayî yên li wî welatî nebe, Îlyberus Kudraşov tekez kir ku radestkirina Beşar Esed ji aliyê Rûsyayê bo hikûmeta nû ya Sûriyê ne di rojevê de ye, ji ber ku mana wî li Rûsyayê ne li dijî şert û mercan e.
Li gor nûçeya ajansa TASS ya Rûsyayê îro Sêşemê 28ê Çileya 2025ê şanda Rûsyayê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve Mîxaîl Bogdanov û Nûnerê Kremlînê li Sûriyê Aleksandr Lavrentyev gihîşt Şamê.
Di nûçeya Reutersê ya di 29ê Çileya 2025an de hat weşandin de hat gotin ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera di hevdîtina ku bi Mîxaîl Bogdanov û Aleksandr Lavrentyev re kiriye de daxwaza radestkirina Esed kiriye.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




