Dîlek Îmamoglû Ozgur Ozel pîroz kir

Dîlek Îmamoglû Ozgur Ozel pîroz kir

PeyamaKurd - Hevjîna Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî Dîlek Îmamoglû, pîrozbahî li Ozgur Ozelê ku ji nû ve weke serok hate hilbijartin kir.

Di 21emîn Kongreya Awarte ya CHPê ya ku roja Yekşemê 6ê Nîsana 2025an hat lidarxistin de, Ozgur Ozel careke din wek Serokê Giştî hat hilbijartin.

Proseya dengdayînê ya ku di 21. Kongreya Awarte ya CHPê ya ku li Navenda Çandê ya Yenîmahalle Nazim Hîkmetê bi şiyara "Îradeya milletê ye" di seat 12.30an de dest pê kir, saet 14.25an bi dawî bû.

Di kongreyê de ji 1323 delegeyên qeydkirî 1276 delege deng dane. Ji dengan 1171 deng derbasdar, 105 deng jî betal hatin dîtin.

Piştî jimartina dengan yekane namzetê kongreyê Ozgur Ozel 1171 deng girt û dîsa bû Serokê Giştî yê CHPê.

Hevsera Ekrem Îmamoglû Dîlek Îmamoglû pîrozbahî li Ozgur Ozelê kir ku ji nû ve weke serok hate hilbijartin.

Dîlek Îmamoglu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Ez birêz Ozgur Ozelê ku ji nû ve wekî Serokê Kongreya Awarte ya 21. a CHPyê hat hilbijartin pîroz dikim. Em ê bi hev re ji bo welatekî demokratîk, adil û azad têbikoşin, em ê ji bo pêşeroja zarok û ciwanan bi bawerî û hêvî bixebitin."

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.