Erdogan û şanda Îmraliyê saetek û nîvê hevdîtin kirin: ‘Pir erênî bû’

PeyamaKurd – Piştî 13 salan Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ligel şandeke DEM Partiyê civiya.
Şanda Îmralî ya ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, îro derbarê proseya çareseriyê û banga Abdullah Ocalan a çekdanîn û fesihkirina PKKê de, cara yekem bi Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî.
Şanda DEM Partiyê ji aliyê Erdogan ve li Koşka Serokomariyê hate pêşwazîkirin û hevdîtinê bi qasî 1,5 demjimêran berdewam kir.
Endamê şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê got, “Hevdîtineke gelekî erênî bû, em hîn bihêvîtir in. Em ê daxuyaniyeke nivîskî bidin.”
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




