Erdogan: Pêvajoya 'Tirkiyeya bêteror' li gorî plana me dimeşe

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 4ê Nîsanê piştî nimêja înê li Mizgefta Hz. Alî ya li Uskudar a Stenbolê, derbarê rojevê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan, li ser pirsa pêvajoya çekdanîna PKKê û banga Abdullah Ocalan got, "Niha ev pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' li gorî plana me dimeşe. Tu astengî tune ye. Her ku diçe pêşketinên ku li berjewendiya welat û herêma me ne çêdibin û bi ber rewşeke tenduristtir pêk tê."
Herwiha Erdogan rexneyên tund li partiya opozîsyonê CHPê girtin ku piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzedê serokomariyê yê CHPê Ekrem Îmamoglu, boykot û protesto dane destpêkirin.
Erdogan wiha axivî: "Niha di van geşedanên dawî de jî ev gavên ku CHPê li hember terorê avêtine jî bi ser neketin û dê bi ser nekevin. Ji ber ku Tirkiye bi hêz li ser piyan e û rojevê bi awayekî xurt di destê xwe de digire. Hevpeymaniya Gel niha her tiştê Tirkiyeyê ye û Hevpeymaniya Gel Tirkiyeyeke bêteror bi awayekî herî xweşik ava dike û dimeşîne. Bila kes ji vê re parekî neyînî ji xwe re dernexîne. Ev hemû dê bi ser nekevin. Tirkiyeyek heye ku her ku diçe ber bi başiyê ve diçe. Tirkiyeyek heye ku di her warî de, di aboriyê de, di siyasetê de, di girêdana çandî de, di têkiliyên navneteweyî de bi rengekî cuda pêş dikeve. Ev Tirkiye dê pêvajoya piştî vê bi awayekî gelek cuda ava bike, geş bike."
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




