Nêçîrvan Barzanî bi serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şara re hevdîtin kir

Nêçîrvan Barzanî bi serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şara re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Antalya di Foruma Dîplomasiyê de bi serokê Sûriyê Ahmed Şara re hevdîtinekî pêk anî. Heya niha naveroka hevdîtina her duyan nehat ragihandin lê Barzanî di foruma Erbîlê de li ser dahatûya Sûriyê û rêvebiriya niha weha gotibû:

“Tiştên li Sûriyê diqewimin gelek balkêşin lê ne tenê ji bo min. Ez dibêjim bo Ahmed Şara jî enteresan bû. Ew jî ne bawer bû ew çend bi hêsanî here Şamê û bi dest bixe. Yanî weka çawa di sala 2014an de li Mûsilê qewimî.

Di serê wan de bo Helebê planekî hebû. Ji wir destpêkir lê heya giha Şamê. Eger hun li rabirdûya wan binêrin, ew rastin an nerastin, rabirdûya wan bi gumane. Lê piştî bûn desthilat, payama wan wehaye: Dixwazin pirsgirêkên Sûriyê şareser bikin, siyaseta wan eger çareseriya pirsgirêkên Sûriyê be, divê em jî ji wan re bibin destek.

Li aliyê dinê em ji vê mijarê xemgînin; dixwazin bi awayekî tundî ya merkezî Sûriyê îdare bikin. Bi vî awayî nabe. Li Sûriyê gelek pêkhate hene, gelek dîn hene. Divê hemî bên hesabkirin. Ji bo pêkhate tevî pêvajoya siyasî ya Sûriyê bibin, eger wan hesab nekin, pêvajoya siyasî bi ser nakeve.

Hewla me ya yekem ku em Kurda biparêzin. Di asta duyem de bo pêvajoya siyasî bi ser bikeve em destekê bidin. Niha em bi temamê terefan re dixebitin. Em dixwazin rola xwe bileyîzin. Em dixwazin di çarçova dewleta Sûriyê de mijar çareser bibe. Em nikarin sîstema li Iraqê ya niha kopya bikin û deynin Sûriyê û li wir tetbîq bikin. Lê eger li Sûriyê pêvajo destpêbike û di encama pêvajoyê de, temamên pêkhateyan xwe di nav pêvajoyê de bibînin, wê bibe serkeftinekî mezin.

Sûrye şansekî mezine. Milletê Sûriyê gelek êş û zar jiyan. Ji niha û pê de jiyanekî xweş û baş heq dikin.”

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.