Hêzên Îsraîlî derbasî bajarokê El-Rafîdê yê li Quneytrayê yê başûrê Sûriyê bûn

PeyamaKurd – Televîzyona Sûriyê duh ragihand ku hêzên Îsraîlî derbasî bajarokê El-Rafîd ê li gundewarê Quneytera yê li başûrê bûn. Kanalê hûrgiliyên zêdetir neda.
Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) duh ragihand ku hêzên Îsraîlî bi piştgirîya tank û buldozeran ber bi herêma leşkerî ya El-Saraya û gundên Resm el-Hevalid, Um Batineh û El-Semdaniye El-Şerqîye yên li bejahiya Quneytrayê ve bi pê şve diçin.
Ev êrîş piştî wê yekê hatin ku artêşa Israîlî roja Sêşemê êrîşên xwe li ser armancên leşkerî li başûrê Sûriyeyê ragihand.
Medyaya Sûriyeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de li başûrê paytext Şamê û gundewarê Der’ayê 4 kes hatine kuştin.
Îsraîl herêmeke tampon di nava axa Sûriyeyê de kontrol kiriye û ji dema hilweşandina Beşar Esed a di Kanûna borî de, armancên leşkerî li seranserê welat bombebaran dike.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




