Qesra Şîrin | Rejîma Îranê Kolberekî Kurd qetil kir

Qesra Şîrin | Rejîma Îranê Kolberekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê li Qesra Şîrîna Rojhilat Kurdistanê kolberê Kurd Şehnam Zahirînijad kir hedefa dîrekt û ew qetil kir.

Hat ragihandin ku kolberê ciwan ê ji Gundê Serpêla Zehawê yê Qesra Şîrînê, di encama gullereşandina rasterast a hêzê Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Qesra Şîrînê yê bi Kirmaşanê ve hate kuştin.

Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku duh şeveqê roja Înê 28ê Şibata 2025an, Şehnam Zahirînijad, (35 salî) û “Milerolan”ê bi ser bajarê Serpêla Zehawê bi guleya dîrekt a Pasdaran ên cihgir ve li ser sînorê Qesra Şîrîn canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Şehnam Zahirînijad zewicî û bavê 3 zarokan bûye. Hat ragihandin ku ew Yarsan bûye.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.