HSD: ANS û dewleta Tirk êrîşên xwe yên li nêzî Kobanê zêde dikin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro Şemiyê ragihand ku dewleta Tirk û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (ANS) êrişên xwe yên li derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê li nêzîkî gundewarên Kobanê li Rojavayê Kurdistanê zêde dikin.
HSDyê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk gelek êrîşên hewayî li dijî herêma Bendava Tişrînê pêk anîne û bi topên giran topbaran kirine. Di encama êrîşan de ziyanên madî gihandine cihên niştecihbûnê û derdora wan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di bin sîwana êrîşên hewayî û topan de, hêzên Tirk û çeteyên ANSyê hewl dan êrîşî çepereke HSDyê ya li nêzî Girê Suriyetel bikin û di encamê de şer derket. Lê şervanên HSDyê êrîşek li nêzî Ebû Qelqelê bi serkeftî şikandin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku gelek gundên di nav de Tîna, Ce’da, Bîr Heso, Qasiq, Dîkan, Melha, El-San’a, Teltî, Sifî û Qereqozaq bi dijwarî û bêserûber hatin topbarankirin. Artêşa Tirk bi çekên giran, tank, roketavêj û hawanan zêdetirî 90 top avêtin û di encamê de ziyanên madî yên mezin derketin.
Her weha hat ragihandin ku Di heman demê de, li esmanê Kobanî, bejahiya wê û Eyn Îsayê tevahiya rojê bi berdewamî firokeyên şer û firokeyên bê firokevan li ser esmanan firiyan.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




