Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê beşdarî pîrozbahiya rojbûna Împaratorê Japonyayê bû

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê beşdarî pîrozbahiya rojbûna Împaratorê Japonyayê bû

PeyamaKurd – Êvara Pêncşemê (27.02.2025) cîgirê serokatiya Herêma Kurdistanê û nûnerê Karûbarên Derve Felah Mistefa, beşdarî merasîma jidayikbûna împaratorê Japonê bû ku ji aliyê Konsulxaneya Japonê li Herêma Kurdistanê hat organîzekirin.

Di merasimê de ku hijmareke berpirsên îdarî, kesayetiyên siyasî, mêhvanên herêmî, dîplomat û nûnerên welatan amade bûn, Felah Mistefa pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Akira Indo Balyozê Japonyayê yê li Iraqê û Konsul û karmendên Konsulusxaneya Japonyayê yên li Herêma Kurdistanê kir. 

Ji aliyê xwe ve, balyoz Akiro Indo kêfxweşiya xwe bi amadebûna nûnerê Serokê Kurdistanê di merasima wan de nîşan da û tekezî li ser bandora helwêsta Herêma Kurdistanê li Iraq û herêmê û giringiya peywendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî kevneşopiya Japonî, rojbûna împarator wekî roja neteweyî ya welêt tê hesibandin.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.