Selahattin Demirtaş li ser berdana çekan ya PKKê û fesha wê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Piştî banga Serokê PKKê ya Abdullah Öcalan ku xwest PKK xwe fesh bike û çekan deyne, serokê HDPê yê berê Selahahttin Demirtaş daxwuyanî da Rojnama Gazete Duvar. Nivîsa Demirtaş ya bi kurtî weha ye:
“Erdoğan, Bahçeli û Öcalan… Ji bo aştiya Rojhilata Navîn, aştiya Kurd-Tirk berpirsiyariyê girtine ser xwe û ji bo her sê lîder bi ser bikevin, ji destê min çi were ez ê zêdetirê wê bikim.
Lêgerîna nû ya ku Devlet Bahçeli, Recep Tayyip Erdoğan û Abdullah Öcalan di nav de ne, di vê meha Remezana ku em dikevinê de, meyweya xwe da. Her yek ji wan navên xwurtin, temsîla civaka ku dikin, hene bi wan bawerin û hene ne bawerin û bi endişe ne.
Her dû teref jî sedemên wan yên rasteqîne hene û kes nikare înkar bike. Ji xwe zahmetiya aştiyê jî di vir de ye. Lê aştiya mayînde di pêvajoya ku civak baweriya xwe bîne, bawer bike û ji dil destekê bide pêvajoyê.
Zahmetiyekî dinê jî leystikin ku hinek grûbên şer yên netewî, herêmî û kureyî ne û ditirsin ku berjewendiyên wan ji destên wan herin û leystikan bileyîzin.
Ne hêsane ku mirov van zahmetiyan berteref bike lê ne bê îmkane jî. Lê kesên baweriyê bi aştiyê tînin, divê bi niyetekî baş ji destê wan çi were, divê bike. Dibe pirsekî were bîra mirovî: “Temam ji destê me çi were em bikin lê ew tişt çiye û dixwazin çi bikin, em nizanin?” Ez bixebitim da bêjim.
Dixwazin şer, çek, şiddet, teror, xwîn, mirin biqede û tev ev in. Lê divê bingeha wan ya siyasî û hûqûqî di zemîna meclisa Tirkiyê (TBMM) de bê amadekirin. Yên ku bêjin ev ji bo min têr nake, ez weha bêjim:
-Birayê hêja, eger ew kesên di destê wan de çek hene û bixwazin şer biqedînin, hun ji çiyê wan aciz dibin?
- Eger têkoşîna xwe di rêya siyasî de û sîvîl de dewam bikin, hun bi xwe bawer nînin? Eger hun bi çeka dewletê û PKKê bawerin û siyasetê dikin, helbet hun ji qedandina şer endîşe dikin. Lê dawiya her tiştî heye. Xwe jê re amade bikin û tişta herî exlaqî ewe ku xwe ji aştiyê re amade bikî.
- “Ez Kurd im, wê mafên min çawa bin? Ewilî bi xwe bawer bin. Bi tecrubên xwe, bi zanîna xwe, rêxistin û xelkê xwe yê siyasî bawer be. Rêya têkoşîna siyasî ne teslimiyet, têkçûn û wendakirine, tu dê fêm bikî û rêya xwe dewam bikî.
- Eger tu bitirsî û bêjî “Ez Tirk im û eger tawîzê bidim terorê, welatê min û dewleta min perçe dibe?” û bitirsî, tu dê ewilî bi xwe û paşî bi birayê xwe yê Kurd bawer bî…
- Eger tu bêjî; “ Ev îş ew çend rehete gelo di binê wê de tiştekî din tine” tu du dil bibî, ez vêya jî bêjim: Belê rihete lê bo tişta rihet çareser bikî, divê planekî baş û xebatekî baş bikî…
-Eger behsa hilbijartinê bikî; ew îrada te ye. Tu gelî, biryar ya te ye, biryara dawiyê tu dê bidî. Îro kes ji te re nabêje dengê xwe bide Erdoğan, Bahçeli, DEM Parti an CHPê. Divê tu jî niqutekî avê bidî dara aştiyê.
Ez naxwazim birayê min yê eskerê li Gabarê û birayê min yê Qendîlê bimre. Bila gule bera hev nedin….
Bila meha Remezanê aştiya mayînde, biratiyê û hûzûrê bîne…
Ez bi aştiyê re me heya bi ser bikevim.”
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




