Macron: “Di hevdîtina bi Trump re, me tawîzekî mezin ya baca gumrikê nesitend”

Macron: “Di hevdîtina bi Trump re, me tawîzekî mezin ya baca gumrikê nesitend”

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di 24ê Sibatê de çû seredana serokê DYAyê ya Trump lê Macron got ku tawîza di mijara baca gumrikê de dixwest ji Trump nestendiye û bi eksa wê, hevdîtin bi neyînî encam daye.

Macron, ragihand ku gelek hewl daye da tarîfên gumrikê daxîne û encama hevdîtinê baş nîne.

Macron, ragihandina xwe di seredana fermî ya ji bo 2 rojan ya Lîzbon a Portekizê de kir. Macron di civîna çapemeniyê ya bi serokwezîrê Potekizê re bi Luis Montenegro re kir de ragihand. Macron got:

“Di dema ziyareta xwe de û piştî wê, di mijara tarîfa baca gumrikê de min mijarê xistibû rojevê. Min gotibû ku hevdîtin bi zahmetî derbas bûye û bi hêviyekî kêm ji hevdîtinê derketim.

Zêdekirina bacê ya DYAyê ne di berjewendiya ti kesî de ye. Li hemberê tedbîrên weha, nabe ku em qels bin. Eger rêvebiriya DYAyê bacên gumrikê yên nûh deyne ser welatên Ewrûpayê, em ê bersivê bidin.”

Macron, li Potekîzê behsa îmzakirina peymana sîstema firotina dronan ya bi navê Canon Ceaser re kir û got ku wê peymanê îmza bikin û ji bo pêşdebirina bergiriya Ewrûpayê xebata xwe dewam bikin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.