Bilal Erdoğan, li Sûriyê bi Ahmed Şara re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Kurê serokkomarê Tirkiyê Bilal Erdoğan ku hem serokê weqfa belavkirina ilmê ye, bi heyeta xwe ve li payîtexta Sûriyê li Şamê bi Ahmad Şara re hevdîtin kir.
Di heyeta Bilal Erdoğan de cîgirê serokê grûba AKPê yê meclisê Abdulhamit Gül, şaredara bajarê Entabê (Gaziantep) Fatma Şahin, parlementerên AKPê Fatih Dönmez, Mustafa Varank, Mehmet Muharrem Kasapoğlu û maslahatguzarê balyozxana Tirkiyê yê Şamê Burhan Köroğlu û wezîfedarên şaredariya Entabê hebûn.
Hevdîtina heyetê ya li Şamê ji bo çapemeniyê girtî bû. Heyet piştî civînê çû Çiyayê Qasyonê ku ji wê derê dikarî li temamê Şamê temaşe bikî.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.




