Li Gurcistanê li devera Sarpiyê, ji ber heza erdê rê hat girtin

PeyamaKurd – Rêya Gurcistanê ya devera Sarpiyê ji ber kevir û heyelan ketin nava rê û temamê rê hat girtin. Di wexta heyelan ket nava rê de, di rê de ti erebe tinebûn lewra zerar negiha ti mal û canî.
Her çendîn welatî xwestin rê vekin jî, qeweta wan negihayê û rayedarên Gurcistanê ji bo vekirina rê û ewlehiyê tîmên pêwendîdar şandin deverê.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




