Erdoğan, piştî banga Öcalan axifî: Em ê tedbîrên her leystikê bibînin

Erdoğan, piştî banga Öcalan axifî: Em ê tedbîrên her leystikê bibînin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di ahenga salvegera 30em ya avakirina televizyona Kanal 7 de axifî. Erdoğan mijarê anî ser banga Abdullah Öcalan û got:

“Di vê pêvajoyê de li hemberê her şeystikê em ê tedbîrên xwe bibînin. Ji duhî û pê de, em ketin asteka dinê. Li pêşiya biratiya me ya hezar salî derfet heye ku em dîwarê terorê hilweşînin. Bila bê zanîn ku yek ferdeki ji milletê weka berê ku pêvajoyê asteng dikirin, wê Kurd û Tirk wan efû neke. Pêvajoya ku destpêkiriye, pêdiviya wê bicîh tînin an naynin, em ê kontrol bikin.”

Erdoğan, di daxwuyaniya xwe de got ku mijara herî girîng ew e ku pêvajoyê bi sebir û samîmiyet bimeşînin û weha dewam kir:

“Em ê di vê pêvajoyê de, li hemberê her leystikê tedbîran bibînin. Wê Tirkiye ne tenê leystikên xwînî yên emperalîzmê xerab bike, wê geşepêdana aboriyê bigihê hedefên xwe. Bila niyet bi xêr be û dahatû bi xêr be.”

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.