PKK: Em agirbestê îlan dikin

PKK: Em agirbestê îlan dikin

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku ew ê li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan tev bigerin.

Di daxuyaniya nivîskî ya bi sernavê “Ji gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk re” ev agahî hatin dayîn:

“Daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya 27’ê Sibatê Manîfestoya Serdemê ye ku rêya hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê ronî dike. Em Rêber Apo bi rêzdarî silav dikin. Ev bangewazî li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya dîrokî dest pê kiriye û wê bandoreke mezin li rêveberiya demokratîk a cîhanê bike. Berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan ku erkên xwe pêk bînin.

Weke PKK, em bi naveroka bangewaziyê razî ne û daxwazên wê ji aliyê xwe ve bi cih tînin, lê ji bo serkeftinê divê zemîna siyasî û hiqûqî guncaw be. Ji îro pê ve em agirbesteke bi bandor îlan dikin; heya hêzên me êrîş nekin, wê çalakiyên çekdarî nekin. Lê tenê çalakiya pratîkî ya Rêber Apo dikare çekdanînê bike pratîk.

PKK bû lehengê têkoşîna nîv sedsala dawî ya Kurdistanê. Em şehîdên vê têkoşînê bi rêzdarî bi bîr tînin. Niha bi hişmendiya Rêber Apo û azmûna PKKyê, em têkoşîneke nû dimeşînin. Em amade ne li gorî daxwaza Rêber Apo kongreyê li dar bixin, lê divê ew bi xwe rêberiya wê bike û hawirdoreke ewle bê afirandin.

Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve, divê Rêber Apo di azadiya fizîkî de bijî û bixebite. Em hêvî dikin ku saziyên dewletê vê yekê pêk bînin. Banga Rêber Apo destpêkeke nû ye. Divê em taybetmendiyên vê pêvajoyê rast fêm bikin û daxwazên wê bi serkeftî bi cih bînin. Barê herî mezin Rêber Apo hilgirtiye; niha bi vê bangê gaveke nû davêje û ji bo bindestan pêvajoyeke nû dide destpêkirin. Werin em têkoşîna xwe ya azadiyê li her qadê geş bikin û xwe ji serkeftina bangê berpirsyar bibînin.”

 

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.