Trump û Zelenskiy li hev nekirin û Zelenskiy Koşka Sipî terk kir

Trump û Zelenskiy li hev nekirin û Zelenskiy Koşka Sipî terk kir

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ji bo peymana madenên biqiymet îmza bike çû DYAyê, Koşka Sipî. Trump li ber derî pêşwaziya wî kir lê di wexta hevdîtinê de, di navbera wan de gengeşe derket. Piştî gengeşê, civîna hevpar ya çapemeniyê betal kirin.

Di wexta hevdîtinê de Zelenskiy got ku serokên berya Trump jî di nav wan d,e nikaribûne Putin bidin rawestandin. Di dema vê gotinê de, cîgirê serok Trump JD Vance bertekê nîşanî Zelenskiy da û got:

“Berêz serok! Li ber medya Amerîkayê, hatî Ofîsa Oval û  vê mijarê tînî rojevê, bi ya min ev bêrêziye.”

Vance got ku ji bo alîkariyê bidin Ûkraynayê, DYA bi arîşeyan re meşxûl dibe û Zelenskiy jî got ku problemên her welatî hene lê ji ber Amerîka dûre, vê pirsgirêkê hîs nake. Li ser van gotinan Trump ji Zelenskiy re got

“Ya vê peymanê îmze dikî an jî em tinene. Bi şerê cîhanê yê 3em re qumarê dileyîzî. Ji me re nebêje em ê çi hîs bikin. Em dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Rewşa te ne ew rewşe ku tu ji me re bêjî em çi hîs dikin. Em ê xwe gelek baş hîsbikin. Em ê xwe baş û xwurt hîs bikin.

Tu ji welatê me re bêrêzî dikî. Eger em nebin hun nikarin qezenc bikin. Di destê te de ti qardekî tine.”

Trump got ku serokekî DYAyê yê ‘evdal’ desteka bi 350 milyar dolarî daye Ûkraynayê û ger Zelenskiy bi me re bixebite, wê qezenc bike. Trump, weha dewam kir:

“Em ê îro peymana nadir ya axê ya elementan îmza bikin. Peymana me ya bi Ûkrayna re, gelek adilaneye û wê Amerîka sozekî mezin bide.”

Trump, got ku peymanekî aştiyê ya navbera Rûsya û Ûkraynayê mecbûriye û wê ewilî peymanê muzakere bikin û niha destpêkirine çarçova an ku sînorê peymanê xêz kirine. Trump weha dewam kir:

“Divê ewilî em bi Zelensky re bigihên encamekî. Niha endîşa me ya di garantiya ewlehiyan de tine. Her wext mecbûren divê tawîzan bidin û divê Zeleskiy tawîzan bide. Ji ber di pêvajoya şer de tiştên kirine, ji Zelenskiy û leşkerên wî re sipasiyê dikim. Têkoşînekî zor dane lê divê ev îş biqede.”

Zelenskiy di mijara peymana elementên nadir de metna peymanê kêm dibîne.

Li ser niqaşa bi Trump re, Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî Truth Social de ragihand ku hêj Zelenskiy ji bo aştiyê amade nîne.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.