APİKUR: Em amade ne petrola Kurdistanê hinarde bikin, lê hê têkilî nehatiye danîn

APİKUR: Em amade ne petrola Kurdistanê hinarde bikin, lê hê têkilî nehatiye danîn

PeyamaKurd - Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (APİKUR) îro 28ê Sibatê ragihand, ew ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê amade ne lê di çarçoveya lihevkirinan de ku heta niha ji bo wê pêwendî bi wan ne nehatiye kirin.

APİKURê li ser hesabê Xê yê tora medya civakî ragihand: “Wekî ku gelek caran hatiye diyarkirin, kompaniyên endamên APIKUR amade ne ku di cih de hinardeya xwe ji nû ve dest pê bikin, heger lihevkirinên fermî bên çêkirin ku wek garantiya dayîna ji bo hinardeya berê û ya pêşerojê li gorî şert û mercên me yên hiqûqî û bazirganî yên heyî pêşkêş bikin. Heta niha ji bo vê mijarê tu têkilî bi şirketên endamên APIKUR re nehatiye danîn. Şirketên endamên APIKUR tu peyman an jî lihevkirina wan nîne ku îro bibe sedema destpêkirina hinardeya petrolê.”

Li aliyê din Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdilxenî îro eşkere kiribû, ew dê di çend saetên bê de, destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê radigihînin.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.