Bane | 6 çiyager di bin berfê de qefilîn û can dan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber barîna zêde li bilindahiyên Çiyayê Heft Taşê yê li bajarê Banê yê Rojhilatê, ji komek çiyagerên Kurd agahî nedihat wergirtin.
Li gorî cîgirê rêveberê operasyonên tîma alîkarî û rizgarkirinê, ragihand, danê vê sibehê (01.03.2025) li Çiyayê Heft Taşê yê ku 33 kîlometreyan dûrî rêya di navbera bajarên Banê-Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê de ye, lêgerîn hat kirin.
Piştî çend saetan bi hewlên gel û tîmên rizgarkirinê, cendekên 6 ji van çiyageran ji bin berfê her derxistin ku nasnameyên wan bi vî awayî ye: Omer Ebdullahî, Ronak Danişmend, Kerwan Ehmedpûr, Xaliq Mihemednejad, Şehla Rehmanî û Yasa Sadiqî.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.




