Hûsiyan bi moşekan balafirgehek li Îsraîlê xistin!

PeyamaKurd – Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku wan bi moşekek balîstîk Balafirgeha Ben Gurion li Îsraîlê hedef girtin.
Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku wan bi moşekek balîstîk a hîpersonîk Balafirgeha Ben Gurion li paytexta Îsraîlê Tel Aviv û bi balafirên bêpîlot (UAV) 3 "armancên hesas" li bajarên Tel Aviv, Askalan û Eylatê hedef girtin.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniyekê de ku li ser televîzyonê hate weşandin de li ser mijarê agahî da.
Serî diyar kir ku wan 4 operasyonên leşkerî pêk anîne û destnîşan kir ku moşeka balîstîk a hîpersonîk a bi navê "Filistîn 2" ji bo hedefgirtina Balafirgeha Ben Gurion li Tel Aviv hatiye bikar anîn.
Yahya Serî diyar kir ku di operasyonên din de, 3 hedefên hesas ên Îsraîlê li herêmên Jaffa, Askalan û Eylatê bi 3 UAVan hatine hedefgirtin.





