‘Heta dawiya salê hêza hemû yekîneyên Pêşmerge dibin yek’

PeyamaKurd- Şêwirmendê leşkerî yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî, derbarê rewşa dawî ya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de eşkere kir, heta dawiya vê salê dê 11 firqe û yek hêzek Pêşmerge hebe.
Zêbarî got, "Niha ji 11 firqeyan 10 firqe temam bûne û yekbûn nêzîkî temambûnê ye."
Şêwirmendê Leşkerî yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî, ji medya Kurdistanê re da zanîn, pêvajoya yekbûna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê baş berdewam dike û pêşveçûnek girîng çêbûye.
Zêbarî got ku tevahiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê ji nû ve werin organîzekirin û artêşek rast were afirandin, heta niha 10 firqe ji 11 firqeyan temam bûne, ji ber vê yekê heta dawiya vê salê, Herêma Kurdistanê dê 11 firqeyên wê yên leşkerî hebe.
Zêbarî destnîşan kir: "Armanca sereke ew e ku hemû hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bên yek kirin. Êdî em naxwazin cudayî di navbera Pêşmerge de hebe, yan jî bê gotin ku ew Pêşmergeyên filan alî ne, yên din ser bi aliyekî din ve ne.’’
Zêbarî da xuyakirin, Hêzên Hevpeymaniyê pir alîkar in û piştgiriyê didin hêzên Pêşmerge û got, "Di navbera me de hevahengiyek pir baş heye û Hêzên Hevpeyman ji destpêkê ve ji bo yekgirtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gelek alîkarbûne."
Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.




