Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re civiya

Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Brukselê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û gelek hempîşeyên wî re civiya.

Hakan Fîdan beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê bû ku li Navenda NATOyê ya li paytexta Belçîka Brukselê hat lidarxistin.

Wezîr Fîdan di çarçoveya hevdîtinê de bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re hevdîtin kir. Herdu wezîran li ser têkiliyên Amerîka û Tirkiyê û geşedanên cîhanî gotûbêj kirin.

Fîdan bi Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock re jî hevdîtin pêk anî.

Ji bilî mîmariya ewlehiyê ya li Ewropayê, mijarên dualî û herêmî hatin nirxandin.

Fîdan di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Brukselê de bi Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andriy Sbiga re jî hevdîtin pêk anî. Fîdan bal kişand ser piştgiriya Tirkiyê ya ji bo xebatên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê.

Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê Yûnanîstanê Yorgo Gerapetritis re jî hevdîtin kir.

 
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.