Ji hevpeymaniyê karwaneke din a leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê

Ji hevpeymaniyê karwaneke din a leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike karwaneke din a alîkariyên leşkerî û lojîstîkî şand Rojavayê Kurdistanê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro 10ê Nîsanê ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke ku ji 32 barhilgiran pêk tê ku di nav de tanker, wesayîtên zirxî, çek, jeneratorên elektrîkê û alîkariya lojîstîkî hebûn, şand baregeha Xerab El-Cîr a li gundewarê Hesekê.

SOHRê diyar kir, di vê hefteyê de ev cara duyemîn e ku Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ku di 8ê Nîsanê de jî hevpeymaniyê 20 kamyonên leşkerî yên din şandin baregeha Qesrikê ya nêzîkî Hesekê.

Herwiha SOHRê da zanîn, şandina van alîkariyan di çarçoveya bihêzkirina baregehên Hevpeymaniya Navdewletî ya li hember her gefeke muhtemel de ye.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.