102 ciwanên girtî yên protestoyên Îmamoglu hatin berdan

102 ciwanên girtî yên protestoyên Îmamoglu hatin berdan

PeyamaKurd - 102 ciwanên ku piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, îro 10ê Nîsanê hatin berdan.

Serokê Koma CHPê  û Parlamentera Mêrsînê Alî Murat Başarir li ser hesabê xwe yê Xê eşkere kir, "102 hevalên me yên ciwan ku bi awayekî bêqanûnî hatibûn girtin, di nav de Endamê Komîteya Partiyê Berkay Gezgîn jî heye, hatin berdan.

Ev hê destpêk e! Em ê namzedê me yê serokomariyê Ekrem Îmamoglu, rêhevalên me û ciwanên girtî yek bi yek bidin berdan. Her tişt dê pir xweş bibe!"

Hêjayî gotinê ye, piştî ku Îmamoglû di 19ê Adara 2025an de hatibû girtin, di xwepêşandanên nerazîbûnê de, piraniya wan xwendekar bi qasî 300 kesan hatibûn girtin.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.