Ji DEM Partiyê daxuyaniya hevdîtina Erdogan: Em ji doh bi hêvîtir in!

PeyamaKurd – Partiya Aştî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) derbarê hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a îro ku endamên şanda Îmralîyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk anîn, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Buldan û Onder derbarê hevdîtina ligel Erdogan de diyar kirine, “hevdîtin gelekî çêker, berhemdar û erênî û di atmosfereke hêviyê dide de pêk hatiye.”
Herwiha hate gotin ku rewşa niha ya pêvajoyê hatiye teyîtkirin û qonaxên bê yên pêvajoyê hatine nirxandin û girîngiya nebûna tundiyê ji bo bihêzkirina qada siyasî û demokratîk hatiye piştrastkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Şanda me û pratiya me, wê di demên pêş de bi vîneke hîn bihêztir û baldartir xebatên bo bicihanîna banga Aştî û Civaka Demokratîk bidomîne. Di qonaxa em hatinê de, em ji bo tevahiya welatê xwe pê serbilindin ku ji doh hîn bi hêvîtir in.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî spasiya partiyên siyasî û aliyên civakê ku bi pêşniyar, hişyarî û rexneyên xwe hêzê didin pêvajoyê hate kirin.
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




