Îdîa: Di hikûmeta nû ya Sûriyê de wê wezaretan bidin Kurd, Durzî û Xiristiyanan jî

Îdîa: Di hikûmeta nû ya Sûriyê de wê wezaretan bidin Kurd, Durzî û Xiristiyanan jî

PeyamaKurd – Çavkaniyekî ji medyaya Iraqî re îdia kir û got: “Guherînên di birêveberiyê de dê berfireh bin, yek an du wezîr dê bimînin. Guherîn dê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê rewa bin. Wezaretan dê bidin Kurd, Durzî û Xirîstiyanan jî.”

Heman çavkaniyî diyar kir ku dê wezaretek ji jinan re jî were veqetandin û got, 

“Hin wezaret dê bên yekkirin û bibin serokên dezgehan. Biryar hat dayîn ku li Sûriyeyê li şûna wezaretê Desteya Bilind a Fetwayê were avakirin.”

Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera di hevdîtinekê de li gel şandeke parêzgeha Siwêdayê ku civaka Durzî tê di piraniya wê de ye, cudabûna mezhebî red kir û tekez kir ku armanca sereke birêvebirina welat li gorî rêgezên sazî û qanûnî ye ku yekitiya dewletê garantî dike.

Şera diyar kir ku birêveberiya heyî bi birêveberiyeke hevseng hewl dide ku ji bo gelê Sûriyeyê tişta herî baş bi dest bixe.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.