Îranê bikaranîna telefon û amûrên ragihandinê li berpirsan qedexe kir

PeyamaKurd– Li gorî nûçeyekê ji Sky News Erebiyê, Fermandariya Ewlekariya Sîber a Îranê, îro, 17ê Hezîrana 2025an, piştî kuştina rayedarekî din ê payebilind ê Îranî di êrîşeke hewayî ya Îsraîlê de, bikaranîna telefonên destan, pager û hemû amûrên ragihandinê li rayedar, berpirs û fermandarên leşkerî yên Îranî ve qedexe kir.
Di heman demê de, Balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê Yehyail Lighter di daxuyaniyekê de ragihand: "Di rojên pêş de, bi taybetî şevên Pêncşem û Înê, em ê êrîşên tundtir li dijî Îranê pêk bînin. Operasyonên me dê li gorî teqandina pagerên Hizbullahê karekî pir hêsan û sivik xuya bikin."
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




