Îranê hişyarî da Tirkiye û gelek welatên din!

PeyamaKurd - Îranê hişyarî da Tirkiye, Iraq, Kuweyt, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Qeter û Behreynê ku piştgiriyê nedin êrîşa muhtemel a Amerîkayê. Îranê diyar kir ku bikaranîna esman an axa van welatan di dema êrîşeke Amerîkayê de wê weke "kiryareke dijminane" bê dîtin û wê encamên giran bi xwe re bîne.
Rêveberiya Tehranê li dijî daxwaza Amerîkayê ya ji bo muzakereyên rasterast ên li ser bernameya xwe ya nukleerî derket û diyar kir ku li şûna wê ew dixwazin bi rêya Omanê muzakereyên nerasterast bidomînin.
Rayedarekî payebilind ê Îranê diyar kir ku DYA an muzakereyên rasterast an jî vebijarkên êrîşê ferz dike, lê Îranê tercîh kir ku vê pêvajoyê bi diyaloga nerasterast pêk bîne.
Rayedar bi nepenî ji Reutersê re axivî û got, "Danûstandinên nerasterast derfetê dide ku samîmiyeta Washingtonê ya ji bo çareseriya siyasî biceribîne. Dibe ku rêyek dijwar be, lê heke peyamên guncaw ji Dewletên Yekbûyî werin, ev pêvajo dikare di demek nêzîk de dest pê bike."
Rayedar herwiha got ku Îranê hişyarî daye cîranên xwe Iraq, Kuweyt, Îmarat, Qeter, Tirkiye û Behreynê ku piştgiriya êrîşa muhtemel a Amerîkayê nekin.
Wî bal kişand ser wê yekê ku eger esmanî yan jî axa van welatan di dema êrîşekê de were bikaranîn, wê ev yek wek "kiryareke dijminane" were dîtin û wê "encamên giran" hebin.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




